ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' wê çalakiyên meşa dirêj ên li Ewropayê bêne şopandin.

- Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren got, "Heta azadiya Ocalan, heta hêviya aştiyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd wê têkoşîna me dewam bike" û ji bo Meşa Mezin a Azadiyê ya 1'ê Sibatê banga tevlîbûnê kir.

- TEV-ÇAND'ê ji bo meşa mezin a li Kolnê got, "Di 17'ê Sibatê de tenê bernameyek heye, ew jî çalakiya dîrokî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye" û ragihand ku wê bi gel re be.

- Parlamenterê Wanê yê Dem Partiyê Varli destnîşan kir ku tecrîd tenê şer û neçareseriyê bi xwe re tîne û got, "Ji bo çareseriyê jî navnîşan diyar e. Çareserî bi Abdullah Ocalan dibe."

- Dr. Ebîr Hessaf anî ziman ku bi polîtîkaya koçberkirinê re guhertina demografiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê ferzkirin û got, "Li dijî vê yekê divê têkoşîneke hevpar bê meşandin."

- Gerîla bi îradeya ji pola, bi ruhê Apoyî xwe dispêre mîrateya berxwedanê ya PKK'ê, berê xwe dide vîzyona azadiyê û li dijî artêşeke welê şer dike ku ji ti sûcî xwe nade alî. Nîşan dide ku kes nikare temenekî ji PKK'ê re diyar bike.

- Îmam Nûrûllah Arvas ku ji bo Sekreteriya Fakulteya Veterîner a Zanîngeha Yuzucu Yil a Wanê hate tayînkirin, eşkere bû ku piştî hewldana 15'ê Tîrmehê daxwazname ji Serokatiya Karên Diyanetê re şandiye û bi gotina 'Di bin bandora HDP'ê de ne û bi nêrîna çepgir e' navê hin meleyan daye.