ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Çalakiyên meşa dirêj ên li Ewropayê wê werin şopandin ku di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' têne lidarxistin.
- Cihên li herêma Amediyê ku dewleta Tirk gotibû 'Navendên PKK'ê hatin bombekirin', eşkere bû ku mal û axurên gundiyan bûn.
- Ji sala 2019'an dema rizgarkirina Baxozê ji DAÎŞ'ê û vir ve Kampa Holê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû cihê herî xetere. Lê belê têkildarî vê kampê ti dewlet û saziyên navneteweyî bi berpirsyarî ranabin.
- Piştî ku Efrîn, Girgê Spî û Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin zêdeyî 700 hezar mirov koçber bûn.
- Afram Yûnan ku ev 40 sal in xencer û meqesan çêdike, pîşeya xwe bi hezkirin didomîne û wê fêrî nifşên nû jî bike.