ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Çalakiyên meşa dirêj ên li Ewropayê wê werin şopandin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin.

- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker elektrîk qut bûye, ji ber ku aş bi rêk û pêk naxebitin û pirsgirêka sotemeniyê heye, firne jî bi têrkerî kar nake.

- Akademîsyen û alimên olî yên tevlî Konferansa Îslama Demokratîk bûn, diyar kirin ku ol li ber destê desthilatdaran bûye mîna hêzekê, lewma ji armanca xwe hatiye dûrxistin.

- Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz got, di serî de dikandar gelek kes bi cihê stargehên jinan zanin û mexdûr li stargehan jî têne acizkirin.

- Berfa ku li Colemêrgê bariya qeyûm û AKP di binê berfê de hişt. Ji ber ku qeyûmê dagirker ti kar nekiriye, şêniyên herêmê 3 roj in li malên xwe asê mane. Dikandaran nekarîn dikanê xwe vekin, bi hezaran wesayit di binê berfê de man.