ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Çalakiyên meşa dirêj ên li Ewropayê wê werin şopandin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin.

- Hevserokên Bajaran ên DEM Partiyê wê îro li Enqereyê li hev bicivin. Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî wê tevlî civînê bibe.

- Hevseroka Kampa Holê Cîhan Henan anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk aramiya li herêmê têk dibe û got, bi taybetî hêzê dide şaneyên DAÎŞ'ê yên li Kampa Holê.

- Berdana girtiyên nexweş Ahmet Zenger ji aliyê Desteya Çavdêriyê ya Îdareyê ya Girtîgeha Espiye ya Gîresûnê ve cara çaran hate taloqkirin. Hincet jî bersiva Zenger a ji bo pirsa 'PKK rêxistineke terorê ye yan na?' bû.

- Hevserokê Amedê yê MED-TUHAD FED'ê Kerem Canpolat ji bo Meşa Azadiyê ya Mezin ku wê 1'ê Sibatê li dijî tecrîdê destpê bike, banga tevlîbûnê kir.

- Li Colemêrgê gelek malbatan li hemberî bihabûnê dest bi lêxistina nan a li tenûrê kirin.