ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Tebaxa 2019'an.

- Çalakiyên ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê pêk tên wê werin şopandin.

- Nobedarên vê hefteyê yên çalakiya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê endamên FEDA'yê ne.

- Hevserokê HDP'ê yê Wanê Umît Dede nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê da û got, "Ev yek dewama planaka têkbirinê ye."

- Hecî Remezan Mahmût diyar kir ku ew her roj bi dengê bomberdûmanê dijîn û got, "Nêzî 30 sal in ku dibêjin wan PKK qedandine. Ji ber ku nekarîn PKK'ê biqedînin êrîşî me dikin. Berê bombe li gundan dibarandin, niha li gundan dibarînin."

- Ciwanên Qamişloyî ku di dema destpêkirina şer de xaka xwe terikandin, çûn Başûrê Kurdistanê, Tirkiye an jî Ewropayê, lê belê piştre ji nû ve vegeriyan û berpirsyarî dan ser milê xwe, ji yên li penaberiyê re gotin, 'li xaka xwe vegerin'.

- Penêr ku di nava xurekên çanda Kurd de yek ji berhemên herî girîng e, di dema dawî de buhayê xwe gelekî zêde bûye. Hilberînerên penêr dibêjin, penêr êdî mîna berê çavkaniya debarê nîne.

- Jinên ku li Îtalylayê du sal in tevlî kampên Jineolojiyê dibin, di kampa fînalê de ya di navbera 19-25'ê Tebaxê de pêk hat, li hev kom bûn.