ROJEVA 27’Ê ÇILEYA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
- Li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên girtiyan wê bên şopandin.
- Serokê CPT’ê yê berê Marc Neve ku 3 caran serdana Îmraliyê kiriye, diyar kir ku Îmralî navendeke tecrîdê ye û girtîbûna Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin û got: “Bêdengiya CPT a li hemberî rewşa Ocalan fikaran dide mirov. Divê CPT car din biçe Îmraliyê.”
- Siyasetmedarê Îtalî Ramon Mantovanî got: “Heke îro li cîhanê rêberekî rasteqîn ku hevsengî Nelson Mandela be, ew jî Serok Abdullah Ocalan e. Azadiya wî dikare dawî li şer bîne.”
- Hevşaredara Ebexê Leyla Balkan Atsak ku qeyûm şûna wê hate tayînkirin, ev tişt anî ziman: “Ev têkoşîna gel e. Bi berxwedan û kelecana gel hêvîdar bûm. Me negot her tişt qediya."
- Hevseroka Amedê ya DEM Partiyê Pinar Sakik Tekîn got ku ew ê kelecana 8’ê Adarê û 21’ê Adarê veguhezin sindoqan û şaredariyan dîsa bi dest bixin.