ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Tebaxa 2019'an.

- Çalakiyên ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê pêk tên wê werin şopandin.

- Parlementerê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç, tayînkirina qeyûman weke bê çarebûna AKP-MHP’ê binav kir û diyar kir ku li dijî vîna milyonan darbe pêk hatiye.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok bal kişand ser desteserkirina şaredariyên HDP'î û diyar kir, ya ku tê kirin şerê qirkirinê ye. Andok destnîşan kir, divê kes xwe li derveyî vî şerî nebîne, ji ber ku şer li dijî tevahiya Kurdan tê kirin.
 
- Berdevkê Koma Aştiyê Nûrettîn Tûrgût ku sala 2009'an bi banga Ocalan hate Tirkiyeyê got, "Ji bo aştiyê em çiqasî hewl bidin jî nêta dewletê ya ji bo lihevkirinê nîne. Her ku Ocalan dibêje aştî, dewlet bi qeyûman dibêje şer."

- Gundên Bircqase, Kilote, Gundê Mezin û Başemrê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê ji s3e aliyan ve ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dorpêçkirin. Yekane rêya ku diçe van gundan di kontrola rejîma Sûriyeyê de ye.

- Şewitîna bi sed hezaran hektar daristanên Amazonê ku dema dawî rû da, di rojeva dinyayê de ye. Darên ku hatine şewitandin an jî talankirin ji bo karibin ji nû ve şîn bên û xwe nû bikin pêwîstî herî kêm bi 100 salî û jê zêdetir heye.