Radestkirina Taşdemîr li Freîbûrgê hate protestokirin

Hikumeta Norwêcê ku siyasetmedara Kurd Gulîzar Taşdemîr radestî Tirkiyeyê kir, li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê hate şermezarkirin.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Nûda ve li meydana Alte Synagoge hate organîzekirin û tevî endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Freîbûrgê û Dergaha Çanda Elewiyan a Freîbûrgê gelek kes tevlî bûn.

Di çalakiyê de dirûşmên "Jin jiyan azadî", "girtiyên siyasî rûmeta me ne" hatin qîrîn û bi navê girseya gel daxuyaniyek hate dyain.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, radestkirina Taşdemîr li welatekî mîna Tirkiyeyê ku hiqûqê binpê dike, li dijî peymanên navneteweyî ye û hate gotin, "Li Tirkiyeyê êşkence û bêhiqûqî roj bi roj giran dibe. Radestkirina siyasetmedareke nexweş li welatekî bi vî rengî, ne li gorî wijdan e, ne jî li gorî hiqûqê ye. Li girtîgehên Tirkiyeyê ewlekariya jiyana bi hezaran girtiyên siyasî nîne. Lewma eger tiştek bi serê Taşdemîr were, berpirsyar wê Norwêc û dewletên Ewropayê be. Dewletên Ewropayê ji ber vê helwesta xwe, şirîkê polîtîkaya êşkenceyê ya Tirkiyeyê ye. Bi navê hêzên demokrasiyê û raya giştî em ê şopdarên vê rewşê bikin."