Penaberên ji Tirkiyeyê anî bûn qeza kirin, herî kêm 6 kes mirin
Qemyoneteke ku penaberên bi rêyên qaçax ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanîstanê hatin kirin, qeza kir û ji ber vê yekê herî kêm 6 kes mirin.
Qemyoneteke ku penaberên bi rêyên qaçax ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanîstanê hatin kirin, qeza kir û ji ber vê yekê herî kêm 6 kes mirin.
Hate ragihandin ku wesayita herî kêm 16 penaberên ji Tirkiyeyê hatin anîn tê de bûn, dema ku ji kontrola polîsan direviya qeza kir. Di qezayê de ku di navbera Aleksandrupolis û Selanikê rû da 6 penaberan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên ji aliyê polîsan ve hate ragihandin ku penaberek jî bi giranî birîndar bûye. Agahî nehate ragihandin ku kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane ji kîjan welatî ne.