Parlamenterên Iraqê daxwaza vekişîna hêzên biyanî kirin

Li Parlamentoya Iraqê ji bo vekişîna hêzên biyanî ji Iraqê zêdetirî 100 îmze hatin komkirin.

Parlamenterê Îraqî Falih Xez Elî di civîneke çapemeniyê de ragihand ku parlamenterên Iraqî zêdetir ji 100 îmzeyan kom kirine ji bo amadekirin û pesendkirina qanûna vekişîna hêzên biyanî ji Iraqê.

Xez Elî wiha got: “Li parlamentoya Iraqê lihevkirinek heye ku hêzên Emerîkayê jî tê de hemû hêzên biyanî ji Iraqê vekişin.”