'Em ê şaredariyên xwe rizgar bikin û radestî gelê xwe bikin'

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Zubeyde Zumrut diyar kir, partiya wan ji hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê re amade ne û got, wê xisara ku qeyûman dane şaredariyan ji holê rakin û şaredariyan radestî gel bikin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di nava zexteke giran de dest bi karê xwe yê ji bo hilbijartina xwechî ya 31'ê Adarê kir. Ji bo 102 şaredariyên xwe ji destê qeyûmên rejîma AKP'ê derxîne zend û bend ba da. HDP wê heta 5'ê Kanûnê serlêdanên ji bo bernamzetiyê qebûl bike.

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Zubeyde Zumrut li ser karê xwe yê hilbijartinê ji ANF'ê re axivî.

Zumrut destpêkê bal kişand ser zext û êrîşên li HDP'ê tê kirin û diyar kir, ew yek bi tenê bimînin jî wê karê xwe bidomînin. Zumrut got, "Ji xwe ji bo karê birêxistinkirin û xurtkirina demokrasiya xwecihî li Kurdistanê û Tirkiyeyê me dest bi kar kiribû. Ji bo şaredariyên xwe ji qeyûman paqij bikin, me komîsyon ava kiribûn. Ev karê me van rojan bi fermî dest pê kir. Bi serlêdanên bernamzetan me dest bi vê pêvajoyê kirin. Hewldanên ji bo qedandina HDP'ê tên kirin, wê bi xwedîderketina gelê me ya di hilbijartinên xwecihî de pûç bibin."

'GEL WÊ HÊRSA XWE BI DENGÊ XWE NÎŞAN BIDE'

Zumrut li ser karê xwe yê ji bo hilbjartinê jî agahî da û got, "Di civînên gel de em dibînin ku gelê me li dijî polîtîkayên tifaqa AKP-MHP'ê gelekî bi hêrs e. Dibe ku mirov niha ne li kolanan bin, lê belê wê hêrsa xwe bi dengê xwe nîşan bidin. Gelê me hilbijartinên 31'ê Adarê mîna referandûmê dibîne. Ya ku dikeve ser milê me jî ew e ku em vê baş koordîne bikin û veguherînin rêxistiniyeke mayinde. Bi vê yekê re em dixwazin modeleke nû ya rêxistinûnê jî derxînin holê. Ev jî rê li ber avabûna xeta berxwedanê ya demokrasiya xwecihî veke."

Zumrut işaret bi zerar û ziyanên AKP'ê bi destê qeyûman daye şaredariyên li Kurdistanê û wiha dewam kir: "Beriya her tiştî em pê piştrast in ku gelê me wê di vê hilbijartinê de biçe ser sindoqan û xwedî li dengê xwe derkeve. Gelê me dibîne bê qeyûman di van du salên dawî de çi zerar dane şaredariyan û plansaziya bajêr... Em xwedî îrade ne ku hemû zerar û ziyanên qeyûman dane şaredariyan ji holê rakin û xizmetê bidin gelê xwe. Sala 1999'an dema me şaredarî bi dest xist, hingî dosya jî tine bûn. Arşîva karê dihate kirin tine bû. Lê belê me kir modeleke saziyê. Lewma ji 1'ê Nîsanê û pê ve ti fikara me nîne. Bila gelê me jî bê tirs û fikar be. Tevî ewqasî talan, deyn û karên ne li rê yên qeyûman kirine û xisar dane şaredariyan, em ê şaredariyên xwe di nava çend mehan de mîna berê sererast bikin û radestî gelê xwe bikin."

'HEVDÎTINÊN ME YÊN JI BO TIFAQÊ HENE'

Zumrut li ser tifaqa hilbijartinê jî diyar kir ku partiya wan ji bo avakirina bloka demokrasiyê timî amade ye û got, "Niha jî hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê di vî warî de hewldanên me hene."