Neteweyên Yekbûyî: Yemen li ber felaketeke mezin e

Berpirsyarekî payebilind ê Neteweyên Yekbûyî (NY) got, Yemen a di nava şer de ye, li ber felaketeke mezin e.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji Karên Mirovî berpirsyar Marck Lowcock, serdana xwe a li Yemenê roja Şemiyê qedand. Lowcock, paytexta Sana ya ku di destê milîsên Hûsî yê Şîa de ye û bajarê Adenê yê ku li başûrê welêt e û di destê hêzên hikumetê de ye, ziyaret kir. Lowcock got, "Yemen li ber felaketeke mezin e" û ev daxuyanî piştî ku gera xwe qedan bi rengekî nivîskî da.

Lowcock bi bîr xist ku ew meha Cotmehê jî çûbû serdanê û ji hingî ve rewşa mirovî hîn nebaş bûye. Lowcock got, "Lê hîn ne dereng e" û xwest, ji bo sala 2019'a alîkariyên însanî werin kirin.

BI MILYONAN MIROV BIRÇÎ NE

Rayedarê Neteweyên Yekbûyî xwest, operasyona alîkariya însanî sala 2019'an bê mezinkirin û got, "Welatên bexşê dikin, ji bo plana alîkariya însanî ya sala 2018'an 2.3 milyon dolar peyda kirin. Ev yek tê wê wateyê ku bersiv ji 80 ji sedî yê pêwîstiyan re tê dayin.

Lowcock anî ziman, wî li Adenê hin zarok dîtine ku ji ber birçîbûna nekarî çavên xwe veke û wiha dewam  kir: "Alîkariyên mirovî ji bo ev zarok karibin rabin ser piyan, gelekî dibin alîkar."

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji nifûsa Yemenê ya ji 28 milyon kesî, herî kêm 14 milyon kes birçî ne.

Ji bo şerê li Yemenê biqede, hewldanên ji bo danûstandinan jî zêde bûn. Sefîrê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Yemenê Martîn Grîffîths, ji bo aliyan li dora maseya danûstandinan bicivîne, hefteya debasbûyî çû Yemenê. DYA'yê ragihandin, danûstandin wê destpêka meha Kanûnê li Swêdê pêk were. Dîplomatên Amerîkî dibêjin wê 3'ê Kanûnê pêk were.