HPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir

HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên di şerê dijî dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn eşkere kir û got, "Em ê bîranîna şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya gerîlayên di demên cuda de di şerê dijî dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, eşkere kir.

Daxuyaniya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

ZÎLAN SARIK

"Di daxuyaniya xwe ya 1'ê Kanûna 2018'an de me ragihandibû ku roja 29'ê Mijdarê li qada Şehîd Kendal a Heftanînê hevaleke me şehîd bûye. Nasnameya hevala me ya şehîd wiha ye:

Nasnav: Zîlan Qamişlo
Nav paşnav: Zîlan Sarik
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Dayik-Bav: Kerîma-Cemal
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Mijdara 2018'an / Heftanîn

MÛSTAFA BÛLDÛŞ

Di daxuyaniya 30'ê Mijdara 2018'an de me diyar kiribûn ku roja 29'ê Mijdarê li herêma Zapê hevalekî me şehîd bûye. Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Botan Bêrîvan
Nav paşnav: Mûstafa Bûldûş
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Asiye-Haci
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Mijdara 2018'an / Zap

DARA HUSO-MÎLAD EZÎMÎ

Di daxuyaniya 28'ê Mijdara 2018'an de me ragihandibû ku roja 24'ê Mijdarê li navçeya Qilaban a Şirnexê di çalakiyên dijî Girê Radar, Kêlka Sînor û Qereqola Şivan de 10 leşkerên dijmin hatine kuştin, 2 hevalên me yên bi lehengî şer kirin şehîd bûn.

Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ye:

Nasnav: Gernas Cûdî
Nav paşnav: Dara Huso
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Dayik-Bav: Pelvîn-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Mijdara 2018'an / Qilaban

Nasnav: Hemîn Sine
Nav paşnav: Mîlad Ezîmî
Cihê jidayikbûnê: Sine
Dayik-Bav: Meryem-Mahammed Alî
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Mijdara 2018'an / Qilaban

'EM BI RÊZDARÎ BI BÎR TÎNIN

Her çar hevalên me di emrê ciwantî de tevlî nava refên partiyê bûn, hewl dan ji aliyê gerîlatiyê ve xwe şareza bikin, ruhê xwe yê fedayîtî û danheviya xwe bi kîna di dilê xwe de kirin yek û li dijî dijminê mêtinger şer kirin. Esareta gelê Kurdistanê yê qedîm û dîlgirtina Rêber Apo qebûl nekirin, berê xwe dan çiyayên azad û ji bo vê xeleta esaretê parçe bikin bi dil û can hewl dan. Em van hevrêyên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Ji malbatên xwe yên hêja yên şehîdan, ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku em ê bîranîna şehîdên xwe bi ser bixînin."