Li 37 gund û gundikan derketina derve hate qedexekirin

Li 37 gund û gundikên navçeyên Licê û Hênê derketina derve hate qedexekirin.

Walîtiya Tirk a li Amedê, li 37 gund û gundikên navçeyên Licê û Hênê, bi hinceta operasyona leşkerî derketina derve qedexe kir. Qedexeyê vê sibehê saet 6'an dest pê kir û hate gotin ku heta fermaneke din wê bidome.

Gund û gundikên Hênê yên qedexe lê hatiye ragihandin: Kaledîbî, Akçayûrt, Topçûlar, Yûkari Tûrali, Kalaba, Ûzûnlar, Serenkoy, Başakli, Guzelce, Taşbûrûn, Karapîlyarî, Mezartarlasi, Siraevler, Horsel, Çay, Damlatepe, Uysal, Aşaği Tûrali û Gurbûlak.

Gund û gundikên Licê: Şenlîk, Bîrlîk, Abali, Ergînkoy, Tûzlakoy, Çeper, Daralan, Dûrûkoy, Elmadere, Ağilçik, Akçapinar, Ayaz, Şakan, Boylûca, Dahlik, Alîkahya, Hacimûsabey û Kûtlamiş.