Ji ber greva birçîbûnê lêpirsîn li Leyla Guven hate vekirin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kir. Ji ber çalakiyê di derbarê Guven de lêpirsîn hate vekirin.

Midûriyeta Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li dijî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku dest bi greva birçîbûnê kiribû, lêpirsîna dîsîplînê da destpêkirin. Girtîgehê lêpirsîna dîsîplînê teblîxî Guven kir. Di daxwaznemeyê de hat xwestin Guven di nava 3 rojan de nivîskî an jî bi devkî parastina xwe bide.

Leyla Guven jî têkildarî armanca çalakiya xwe daxuyaniyek kurt da û wiha got: “Pêvajoya şer a ku dibe sedema mirina bi hezaran kesan, her kes pê dizane. Hewldan û xebata ji bo aştiyê ku rewş veguhere aramiyê erka her kesî ye. Yek ji pirsgirêkên welatê me doza Kurdan e. Yê ku wê vê doza Kurdan bi rêyên demokratîk çareser bike Birêz Abdullah Ocalan e. Lê ev demek dirêj e agahî jê nayê girtin û di bin tecrîdek giran de ye. Ev rewş şer kûr dike û rewşa civakê jî dixe bin talûkeyên mezin. Ez wek wekîlek ku ji aliyê vîna gel ve hatim hilbijartin, ji bo alîkarî bidin aştiya civakî, şer bi dawî bibe û tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe lazim e bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ez wekîla ji aliyê gel ve hatime hilbijartin ji ber xisûsên min li jor diyar kiriye, min bi vîna xwe ya azad dest bi greva birçîbûnê kir. Ev jî peywîrek ehlaqî û mirovî ye. Ez dixwazin aşkere bikim ku ev çalakî tu zirarê nade girtîgehê û raya giştî û nabe sedema sûc jî.”