Ji bo talanê protokol ne sazkar e!

Protokola ku dewleta Tirk li Efrînê bi çeteyan û 'meclîsên mehelî' ji bo talana zeytûnên Efrînê danîn nexabite. 'Meclîsa Mehellî ya Şerayê' gilhê çeteyan kirin.

Di gilihnameya 'meclîsa mehelî' ya Şerayê de derkete holê ku protolo ku dewleta Tirk ya ji bo ku zeytûnên Efrînê têxe bazara navnetewî ya di di navbeyna Artêşa Azad a Sûriyê (OSO) û 'meclîsên mehelî', ku wê ava kirine, ne sazkar e.

'Meclîs'ên gilih li dewleta Tirk kirin ku çete li gorî protolo ku îmze kirine naçin û ji talanê para xwe xwestin.

ANF'ê xwe gihande protokola di navbeyna çete û 'meclîsên mehelî', yên bi kontrola dewleta Tirk, ku dewleta Tirk pê dixwaze zeytûnên Efrînê bifiroşe Spanyayê.

Îlonê di civînê de ya di navbeyna berpirsê MÎT'ê û  Biryargeha Herêmê ya OSO'yê Heysem El Afisî û şandeya OSO de, li ser OSO hatibû ferzkirin ku darên zeytûnan ên di dest OSO de radestî 'meclîsên mehelî' bikin. Ji para ku wê ji vê bistanda û siberojê wê dahata derî bidana wan, ev protokol qebûl kiribû.

Di civînê de ji OSO re hate gotin zeytûnên Efrînê wê bibin Hatayê û ji vir jî wan bibin Spanyayê. Ji  OSO hate xwestin  ku ev civîn û firotina zeytûnan a li Spanyayê veşarî bimîne û soz hate dayin ku dahata gumrikê ya ji bo neqla zeytûnan a di ser deriyê sînor ê Cindirêsê re, ku ev derî wê nû were vekirin, wê bidin wan.

Ev protokolê ku wê dewleta Tirk bi kêmanî 80 milyon dolarî jê bi dest bixe, di navbeyna çeteyên OSO û nûnerên 'meclîs'an de, bi çavdêriya berpirsê MÎT'ê yê Efrînê hatibû îmzekirin. Li gorî vê OSO di ber 22 milyon dolarî de wê temama berên zeytûnan dewrî 'meclîsan' bikira.
Her wiha berên zeytûnan ên Efrîniyan ku 80 ji 100'ê wan Efrîn terikandine, hatine dewrkirin. Li gorî protokolê dahat û baca zeytûnan, ku di ser 'meclîsên xwecih' de têne meşrûkirin, wê li ser PTT'ê û Benqeya Zîreatê ya Tirk razînin.

Li gorî gilihnameya 15 xalî ya ku 'meclîsên mehelî' yên li Şerayê dane, protoloa talanê ya di navbeyna çete û 'meclîs'an de ne sazkar e.

Li gor vê dewleta Tirk dest li ser 85 ji 100'î yê berên zeytûnan ên Efrînê datîne, li bajêr tenê 15 ji 100'î dimîne. Li gor protokolê 5 ji 100'î yê 15 ji 100'î yê berên zeytûnan ên mane jî di ber xebitandina febrîkayan de didin, 15 ji 100'î jî dive bi rengê bavê bidin 'meclîs'an. 'Meclîs'a li Şerayê gilih dike ku protokol ne sazkar e û para wan nadin wan.

HIKÛMETA GIRÊDAYÎ WALÎTIYA HATAYÊ!

Di  gilihnameyê de, ku ji ''Wezareta Rêveberiya Xwecih a Hikûmeta Demdemî a Sûriyê'' re hatî nivîsîn, dawiyê hatiye nivîsîn, ''Em ji Birêz Walî hêvî dikin ku protokola di navbeyna rêveberiyê û saziyên têkildar de, berjewendiya meclîsa me jî bifikire''. Ev jî nîşan dide ku dewleta Tirk herêm kiriye koloniya xwe û hemû sazî tiroviro ne. Dewleta Tirk jixwe beriya niha gotibû ew der ji hêla Walîtiya Hatayê ve tê rêvebirin.
DIZÎ Û TALANA DI GILIHNAMEYÊ DE XUYA DIKE

Di gilihnameya 'meclîs'ên di bin nîrê dewleta Tirk de tê gotin ew li benda sazkarbûna protkola di navbeyna OSO û 'Meclîs'an de ne,lê 'binpêkirinên têkilî rakirina zeytûnan berdewam dike. Dizî û talan zêde dibe. Piştî îmzekirina protokolê jî ev rewş berdewam e ''û yek ji aliyê ku vê protkolê 'binpê dike, OSO ye, ku ev protkol îmze kiriye''

Di gilihnameya 15 xalî de ya bi navê ''Binpêkirinên têkilî rakirina zeytûnên li naveya Şerayê'' hişkere tê dîtin ku bi pêşengiya dewleta Tirk çete çawa li talanê gelê Efrînê didin û çawa ji bo parvenekirina talanê çete ketine qirika hev.

Di 'gilihname'yê de tê gotin Sedî Cuma (koma Eniya Şamiye ya gund), xwediyê febrîkaya li gundê Dîkmetaşê dest li ser 10 ji 100'î yê berên zeytûan datîne, li gel ku 'di navbeyna aliyan de peyman li ser febrîkayên Aze û Meryem heye jî qeçaxî didome û para meclîsan nadin'.
Her wiha tê gotin Ceyşul Nuxme, Feylaq El Şam, Sikur El Şîmal bêyî ku ti ferqê têxin navê, dest li ser erdên gundiyên Derwîş, Alcî, Durakli, Omer Simo, Sarincek, Şeltahê danîne; li Qestel Cindo, Qitmê, Bafîlyun, Kefercanê, mezrikên wan dizî, talan, berdewam dike, li vir dest li ser berên 3 milyon darên zeytûnan danîne.