DGH: Li Stenbolê me 11 wesayît şewitandin
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa ya DGH'ê ragihand ku di navbeyna 23-29'ê Cotmehê de wan li Stenbolê 11 wesayît şewitandine.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa ya DGH'ê ragihand ku di navbeyna 23-29'ê Cotmehê de wan li Stenbolê 11 wesayît şewitandine.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa ya Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) di navbeyna 23-29'ê Cotmehê de li Stenbolê, li navçeyên cihê 11 wesayît şewitand.
Koordînasyona DGH'ê têkilî çalakiyên li navçeyên Stenbolê Sultanbeylî, Beyoglu, Beşîktaş û Kagithanayê agahî dan.
Di daxuyaniya DGH'ê de ev agahî hatin parvekirin:
''23'yê Cotmehê saet 11.32'an yekîneyên me li navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê 2 wesayîtên hevkarên dewletê şewitandine. Di encamê de ev du wesayît bûne qerqot.
23'yê Cotmehê yekîneyên me li navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê 4 wesayîtên hevkarê dewletê şewitandine. Di encamê de 4 wesayît ketin rewşeke wiha ku nema dikarin werin bikaranîn.
25'ê Cotmehê yekîneyên me li navçeya Beyogluyê 3 wesayîtên hevkarê dewletê şewitandine. Di encamê de ji 3 wesayîtan tiştek nema.
29'ê Cotmehê li navçeya Kagithanayê 2 wesayît ji hêla yekîneyên me ve hatin tespîtkirin û şewitandin. Di encamê de ev wesayît îmha bûn.''