Di navbera DYA û Fransa de nakokiya 'tehdîdan'

Di navbera serokên Fransa û DYA ya ku wê îro li Parîsê li hev kom bibin, ji ber gotinên Macron ên mijara gefên artêşa YE û Amerîkayê nakokî derketin.

Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron, roja Şêşemê têkildarî parastina hevpar a Yekîtiye Ewropa (YE) daxuyaniyekê da û DYA weke xeteriyekê da nîşandan.

Macron ê ji radyoya Eûrope 1 re axivî gotibû: “Eger em Çîn, Rûsya û heta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ber çavan bigirin, em (Ewropa) xwe bi xwe xwe biparêzin”.

Ev gotinên Macron kir ku DYA, Rûsya, Çîn weke welatên ‘tehdît’ da nîşandan û rê li ber fikaran vekir.

Ev gotinên Macron ên têkildarî avakirina artêşeke hevpar a Ewropa hate kirin, rê li ber nerazîbûnên tund ê Serokê DYA’yê Donald Trûmp ku wê vê Şemiyê li Parîsê be vekir.

Trûmp ê hê ji balafirgehê peya bûyî nebûyî li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek da, destnîşan kir weke ‘dijmin’nîşandana Macron a DYA ji bo Ewropayê ‘heqart e’.