Komxebata Kurdî: Li her deverê Kurdî

Di Komxebata Kurdî de ya ku ji hêla Platforma Zimanê Kurdî ve hate civandin, hate gotin li dijî pişasftinê divê têkoşîn were geşkirin, li hemû qadên jiyanê, her kêlî Kurdî were bikaranîn.

Platforma Zimanê Kurdî komxebata ziman li dar xist û gavên berbiçav avêt. Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê 3 komên xebatê hatin avakirin. Ev komên hatin peywîrdarkirin wê raya giştî hişyar bikin, daxwazên xwe ji hikumetê re ragihînin û li gorî peymanên navnetewî xebatan birêve bibin. 
 
Platforma Zimanê Kurdî ya ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Hereketa Azadî, Partiya Azadî û Însan (PÎA), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur (PDK-B), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) pêk tê bi dirûşma "Îro zimanê me sibê neteweya me” ji bo pêşxistina zimanê Kurdî, zimanê Kurdî bibe fermî û li dibistanan bibe zimanê perwerdehiyê komxebat li dar xistin. 
 
Komxebat li Otela Plaza ya navçeya Yenîşehîra Amedê pêk hat û rêveber û nûnerên hemû partiyan, nivîskar, helbestvan, zimanzan, seyda, aktîvîst û gelek xebatkarên zimanê Kurdî beşdarî komxebatê bûn. Pankarta bi zaravayê kurmancî û kirmackî yên Kurdî “Zimanê me hebûna me ye – Ma bi ziwanê xwu estê” li cihê komxebatê daliqandin. 
 
Ji bo avakirina dîwana komxebatê ewil Alîkarê Serokê Giştî yê PDK-T Şerefxan Cizîrî axivî û behsa armanc û naveroka komxebatê kir. Cizîrê ji bo dîwanê sê nav pêşniyar kirin û piştî pêşniyar hat qebûlkirin dawî li axaftina xwe anî. 
 
Li ser navê dîwanê axaftina ewil zimanzan Mulkiye Bîrtane kir û behsa birêvebirina komxebatê û armanca wê kir. Bîrtane got ji ber rojek wisa ku dê di dîrokê de cih bigire û bi hev re ku dixebitin gelek kêfxweş in. Bîrtane diyar kir ku ev xebata ji bo pêşvebirin û fermîkirina zimanê Kurdî ye.
 
Piştî axaftinê ji bo hemû kesên di têkoşîna zimanê Kurdî de ked dane û jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz girtin pêk hat. Piştî rêzgirtinê Bîrtane bi dorê ji bo axaftina rêveberên partiyan bang li beşdarvanan kir.


 
AŞITÎ: BINPÊKIRINA ZIMAN BINPÊKIRINA HIDÛDÊN XWEDA NE   
 
Ewil berdevkê Hereketa Azadî Ayetullah Aşitî axivî û di gotûbêja xwe de bal kişand rola zimanan a di civaka îslamê de û behsa pîroziya ziman kir. Aşitî zimanê ku yek ji pêdiviya herî girîng a gelê Kurd zimanê wan û got bi dehan salan e zimanê Kurdî hatiye qedexekirin. Aşitî diyar kir ku qedexekirin û nenasîna zimanê Kurdî binpêkirina hidûdên Xweda ne û gelek ziman azad in lê zimanê Kurdî ne azad e. 
 
ÇÎÇEK: DERMANÊ ASTENGIYA ÊRÎŞAN YEKÎTÎ YE
 
Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Amedê Îbrahîm Çîçek jî axivî û da zanîn ku pergala kapîtalîst li netewan yek ziman, yek çand û yek netewê ferz dike û got: “Ev pergal a bi destên desthilatdaran tê birêvebirin, vê ferzkirinê derdixe pêşiya me. Li dijî vê ferzkirinê em neçar in yekîtiya xwe ya netewî ava bikin. Peywîra me ya herî ehlaqî û mirovî ew e ku em zimanê xwe azad bikin û yekîtiya xwe neteweyî ava bikin. Bi çar hawîrdor êrîş li ser gelê Kurd û destkeftiyên wan hene. Divê em jî wek netewa Kurd li dijî her cûre êrîşan yekîtiya xwe ava bikin. Dermanê astengkirina êrîşan di yekîtiyê de derbas dibe.” 
 
UCA: PÊNGAVA ZIMAN BINGEHA YEKÎTIYÊ YE 
 
Piştî Çîçek, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca jî li ser navê HDP’ê axivî û bi gotinek “Zimanê min ê dayikê wekî çermê min e, zimanê min ê biyanî jî wekî cilûbergê min e” yê nivîskarekî Fînlandiyê bi navê Antti Jalava dest bi axaftina xwe kir. Uca got ew wek HDP’ê hemû partiyan pîroz dikin. Uca da zanîn ku di 2-3 salên dawî de asîmîlasyon, zext û qedexeyên sîstematîk ên nû li ser zimanê Kurdî zêdetir bûne û wiha got: “Helbet zimanê Kurdî ji serê sedsalê heta niha rastî gelek êrişên bi vî rengî tê û asîmîlasyon, qedexe û zextên li ser zimanê me, ne nû ye. Em dikarin bibêjin ku, polîtîkayên li ser gelê me, beriya her tiştî xwe di polîtîkayên li ser zimanê me de nîşan dide. Ewên ku hebûna Kurdan qebûl nakin, beriya her tiştî êrişî zimanê Kurdan dikin û zimanê Kurdî qebûl nakin.” 
 
Uca destnîşan kir ku êrişên ku îro li hemberî Kurdan tên organîzekirin li hemberî hebûn, ziman û jiyana Kurdewar e û wiha lê zêde kir: “Dixwazin Kurdî di mêjiyên Kurdan de bikujin. Ger ku em van êrişan qebûl bikin em ê îxanetê li dayika Taybet bikin, em ê îxanetê li Cemîleyê, Ceylanê bikin, em ê îxanetê li Ehmedê Xanî, Cigerxwîn, Meleyê Cizirê, Feqiyê Teyran, li seydayên mezin bikin. Kurd îxaneta li hemberî hebûna xwe û çanda xwe, li hemberî zimanê xwe qebûl nakin. Qebûlkirina vê yekê ji bo nasnameya me û rûmeta me mirin e. Di vî warî de berpirsyariya me ya partiyên siyasî, ji doh zêdetir e. Em jî bi vê gavê îlan dikin ku em ji bo berjewendiyên gelê xwe neçarî yekitiyê ne, em mecbûr in ku yekîtiya xwe pêk bînin û hêvî dikim ku ev pêngava me ya zimên, bibe bingeha avakirina yekîtiya me ya siyasî. Di vî warî de tişta ku em ê esas bigirin berjewendiyên rêxistinî nîn in, berjewendiyên civaka Kurd in. Zimanê me jî di vî warî xercê civaka me ye û em bi xwedîderketina zimanê xwe, dikarin bibin mîmarê dîwarê xwe.” 
 
ÇÎFTYUREK: EM KIRASEK HEVBEŞIYA ZIMAN LI XWE BIKIN 
 
Serokê Giştî yê OSP’ê Sînan Çîftyurek jî axivî û anî ziman ku herî zêde li bakurê welat axaftina zimanê Kurdî qels e û divê ew li ser vê yekê bisekinin. Çîftyurek got îro zimanê Tirkî li her deverê qada jiyana wan belav bûye û ev jî asimilasyona li ser Kurdî zêdetir dike û lê dema ew bi Kurdî biaxivin dê zimanê Kurdî geştir û xûrtir bibe. Çîftyurek 3 pêşniyarên xwe aşkere kir û got: “Em dikarin di her warî de ji bo zimanê xwe çi bikin? Em dikarin ji saziyên fermî yên Tirkiyeyê çi bixwazin? Em ê qêrîna gelê xwe ya ziman û çandê çawa ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin? Ev her sê xal girîng in.”
 
Çîftyurek diyar kir ku divê ew qîmeta vê platformê baş dizanibin û got: “Ev platform hişê me yê hevpar e. Divê em bi girîngiya vî hişê hevpar dizanibin. Bila xebata me her tim berdewam bike. Bila nexşerêya me mayînde bibe. Lazim em Kurd demokratîk tevgerin. Divê em di nava xwe de yekîtiyek demokratîk ava bikin. Xeyala me ew e ku êdî em kirasek hevbeş ê zimanê Kurdî li xwe bikin.” 
 
ABA: WERIN EM ZAROKÊN XWE JI ASÎMÎLASYONÊ XELAS BIKIN 
 
Alîkarê Serokê Giştî yê PAK’ê Vahît Aba jî destnîşan kir ku li Bakurê Kurdistanê ev 95 sal e zimanê Kurdî di bin zextên asîmîlasyon û siyaseta tunekirinê de ye. Aba da zanîn ku lêxwedîderketina zimanê Kurdî rê li ber girtina şikesta heykelê Kurdîniyê ye û got: “Xwedî derketina zimanê Kurdî, xwedî derketina nasnameya Kurdîniyê ye. Ev xebat di meşa hûnandina hişmendiya netewî û niştîmanî de gaveke dîrokî û birûmet e. Werin em xwedî li zimanê xwe derkevin û ku bi sedhezaran zarokên xwe ji asîmîlasyonê xelas bikin û wan û zimanê wan azad bikin.” 
 
BUCAK: JI BO FERMBÛNA ZIMAN DIVÊ EM NESEKININ 
 
Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak jî anî ziman ku li her qada jiyanê zimanê Kurdî tê qedexekirin û tenê zimanê serdestan li ser axa wan fermî dibe. Bucak li ser fermîbûna zimanê Kurdî rawestiya û got: “Hêj bi zimanê Kurdî perwerde qedexe ye. Zimanê Kurdî yê bi milyonan kes ne fermî ye. Dixwazin bi astengî û polîtîkayên pişaftinê zimanê Kurdî ji dinyayê rakin. Li dijî tunekirina zimanê Kurdî biryara me partiyên Kurd dîrokî ye û ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî divê em nesekinin. Kurdistan ji Amedê mezintir e û divê platform ji bajaran heta gundan xebatê birêve bibe.” 
 
KARDAŞ: LAZIM E EM NETEWÎBÛNA XWE AVA BIKIN 
 
Serokê Giştî yê PDK-T  Mehmet Emîn Kardaş jî diyar kir ku zimanê Kurdî bi zimanek axa xwe ve girêdayî ne û got: “Heke beriya her tiştî em zimanê xwe nekin zimanê axa xwe em ê nikaribin bikin zimanê fermî û perwerdehiyê. Red û înkara Kurdan dikin. Divê em ewil sazî û dezgehên xwe yên netewî ava bikin ku em dikaribin zimanê xwe bikin zimanê fermî û yê perwerdehiyê.” 
 
DOGAN: CÎHAN KER Û LAL MAYE 
 
Alîkarê Serokê PÎA Sedat Dogan jî anî ziman ku ew jî wek her netewên din xwedî hemû mafên zimanin û wiha got: “7-8 hezar sal e em li ser vê axê dijîn. Her tiştê xwe bi Kurdî aniye ziman. Lê mixabin di van salên dawî de gur û hirçan destê xwe kirine qirika me û nahêlin em bi zimanê xwe biaxivin. Dagirkeran welatê me dagir kiriye û zimanê me jî qedexe kirine. Tevahiya cîhanê li dijî vê dagirkerî û qedexekirina zimanê me ker û lal maye. Lazim e cîhan hêzên dagirker hişyar bike. Divê em zimanê xwe bixin rojeva her kesî.”
 
Dogan daxwazên xwe got û wiha rêz kir: “Ya yekemîn divê zimanê me fermî bibe, ya duyem divê em qedexeyê rabikin û li her qadê jiyanê bi Kurdî biaxivin, ya sêyemîn lazim em li mizgeft û her saziyên din zimanê me bibe zimanê Kurdî û ya çarem jî pêwîste erdnîgariya me bi zimanê Kurdî bê pênasekirin.” 
 
DAGTEKÎN: DEM DEMA SEFERBERIYA KURDÎ YE
 
Alîkarê Serokê Giştî yê PSK’ê Hasan Dagtekîn jî axivî û wiha got: “Ji avakirina komarê ve netew û zimanê me tune tê hesibandin. Jixwe zimanê me qedexe û asîmile dikin, li ser vê yekê em jî li mal û qadên xwe jiyanê bi zimanê Kurdî naxivin. Divê em li her deverê biaxivin. Lazim e em li dijî her pêkutiyên ser ziman derkevin û zimanê xwe fermî û azad bikin da ku bibe zimanê perwerdehiyê. Axaftina her nifşek Kurd serfiraziye. Ji îro pê ve lazim e seferberiya xebat û axaftina zimanê Kurdî bê destpêkirin. Seferberiya perwerdehiya Kurdî girîng e. Divê em zimanê xwe bikin zimanê navmalê û her qada jiyanê.”
 
‘DERKET HOLÊ KU DESTHILATDAR ZIMANAN TUNE DIKIN’ 
 
Di dawiyê de zimanzan Mulkiye Bîrtane got di axaftinan de derket holê ku deshilatdar çawa zimanan tune dikin û ziman dejenere dikin, entegreyî dike û asîmîlasyonê pêk tîne. Bîrtane da zanîn ku wêneyê ji van axaftinan derket holê ku dewlet û desthilatdarî berpirsên tunekirina ziman in. 
 
3 KOMÊN XEBATÊ HATIN AVAKIRIN 
 
Piştî axaftinan ji bo xebatên atolyeyê 3 kom hatin avakirin û peywirên wan hatin diyarkirin.   
 
Koma yekemîn: “Partiyên siyasî wê daxwazên bên diyarkirin bigire rojeva xwe û ji bo fermîbûna Kurdî û zimanê perwerdehiyê bi armanca veguherînin daxwaza civakî dê raya giştî ava bike.” 
 
Koma duyem: “Dê di asta hikumet û bürokrasiye de hewldanan bikin û daxwazên xwe ragihînin.” 
 
Koma sêyem: “Dê peyman û lihevkirinên Tirkiye alî ye bala xwe bidin ser û mijarê veguhezînin rojeva Neteweyên Yekbûyî (NY.)” 
 
Komxebat du rojan dê bidome û di çarçoveya nexşerêya derkeve dê xebatên xwe sistematîk birêve bibin. Encamnameya komxebatê dê roja sêşemê li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat bi raya giştî re aşkere bikin.