HPG: Artêşa Tirk jîngehên welatiyên sivîl bombe dike

Artêşa Tirk bi şêwazekî din jîngehên welatiyên sivîl bombe kir. Di bomberdûmana bi obus û katuşan ên li Geliyê Balinde, devera Çemço, Sîda yê ziyanê madî pêk hatin.

Navendar Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a li ser jîngehên welatiyên sivîl, çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Artêşa Tirk a dagirker 9’ê Mijdarê saet di navbera 16:00-17:00’an de bê ku sivîlan li ber çavan bigre bi obus û hewanan deverên Sîda, Çemço, Geliyê Balinde yên girêdayî navçeya Şêladizê ya Dihokê bomberdûman kirin. Bi kordîneya balafirên bê mirov herêmên welatiyên sivîl lê dijîn hatin bombekirin û ziyan gihişte bax û baxçeyên welatiyan.

9’ê Mijdarê saet 08:30’î hêzên me li dijî leşkerên li Girê Bayrak ê girêdayî naveçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek kirin. Di vê çalakiya bi xurtî li çeper û kozikên leşkeran ên li gir hate xistin de 2 çeper hatin ruxandin, bi qasî hate zelalkirin 4 leşker hatin kuştin.

9’ê Mijdarê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker devera Girê Sor a girêdayî Herêma Avaşîn saet 11:20, devera Wexelê saet 18:10’an, Girê Memreşo û Şehî Dîren saet 19:00’an ên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê ne bomberdûman kirine.

Dîsa heman rojê balafirên şer derdorî gundê Çemrobotkî yê girêdayî bajarokê Çemankê yê Dihokê jî bombe kiriye.