Girtiyên PKK’yî û PAJK’ê: Em ê nerazîbûneke tund nîşan bidin

Girtiyên PKK’yî û PAJK’ê diyar kirin ku li hemberî biryara Amerîkayê ya li dijî avakar û rêveberên PKK’ê divê têkoşîneke xurt were kirin.

DYA’yê ji bo girtina Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik, endamê Komîteya Rêvebir ê PKK’ê Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan biryar dabû. Girtiyên PKK’yî û PAJK’ê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê nerazîbûn nîşanî vê biryarê dan. Li ser navê girtiyan Denîz Kaya bi rêya malbatan daxuyanî da. Kaya got ku, “DYE’yê derbarê avakarên PKK’ê, kadroyên pêşeng ê Tevgera Azadiyê ya Kurdan, rêveberên PKK, KCK û HPG’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan biryara girtinê daye. Tu hincetên siyasî, civakî, exlaqî, wijdanî û gerdûnî yên vê biryar û helwesta dijminane tune. Ev biryar ji ber sedemên îdeolojîk û polîtîk hatiye dayîn.

Vê biryara DYA’yê tê wateya berdewamiya komploya li ser Rêber Apo. Ji ber ku komploya li ser Rêber Apo ya di sala 1999’an de hate pûçkirin û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li Rojhilata Navîn bandoreke mezin dike, ev biryar hatiye dayîn. Divê were zanîn ku ew ê vê êrîşa li ser Tevgera Azadiyê neyê qebûlkirin û li hemberî vê êrîşê ew ê têkoşîneke mezin were kirin. Ji bo protestokirina vê biryarê em ê faksên protestoyê bişînin ji Konsolosxane û sefaretxaneyên DYA’yê. Rêhevalên me dikarin faksê ji vê nimreyê re bişînin: 0312 4670019.”