Biryara DYA'yê li Derbendîxan û Seyîdsadiq jî hate protestokirin

Li navçeya Derbendîxan û Seyîdsaqid ên bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê biryara DYA’yê ya li dijî sê pêşengên Tevgera Azadiya Kurd bi çalakiyan hate protesto kirin.

Biryara DYA’yê ya di derbarê kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mûrat Karayilan, Cemîl Bayîk û Dûran Kalkan ji aliyê gelê Başûrê Kurdistanê ve bi çalakiyan tê protestokirin. Welatiyên navçeyên Derbendîxan û Seyîdsadiq yên Silêmaniyê li dijî biryara DYA yê daketin qadan.

DERBENDÎXAN

Di çalakiya li Derbendîxan de daxuyaniyek ji aliyê endama Tevgera Azadî ji aliyê Taha Caf ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistan, kesayet û rêxistinên civaka sivîl, bersivek tund li hemberî vê biryara dagirkerane bidin. Ev biryara Amerîka ya li hemberî PKK û KCK’ê bi awayek raste rast xizmeta DAIŞ dike. Pêwîste Amerîka di demek nêz de li ser vê biryarê daxuyaniyek bide û peşîmaniya xwe bîne ziman.”

Çalakî bi dirûşmeyên ‘Em şoreşgerên xwe na firoşin’, ‘Qatîl Erdogan, terorîst erdogan’ bi dawî bû.

SEYÎDSADIQ

Bi heman armancê li li bajarokê Seyîdsadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve li dijî biryara Amerîka ya ser her sê şoreşgerên Kurd çalakiyek li ser pira nava bazarê hat li darxistin. Di çalakiyê de endama Tevgera Azadî Tanya Kerîm daxuyaniyek nivîskî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin di dîrokê de her tim dewletên dagirker li ser gelê Kurd komployê pêk tînin û dixwazin  heman komploya li dijî Rêber Ocalan hatî kirin, li hemberî her sê şoreşgerên gelê Kurd jî pêk bînin.

Di dewam daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ya ku cihê kêfxweşiyê ewe ku niha gelê Kurd ji van komployane agadar bûne û hişyar bûne. Lê mixabin li hemberî vê hêjî xetek ya xiyanetê li ser kare û bi dagirkeran re dinava hemahengiyekê dene. Divê gelê Kurd li hemberî xeta îxanetê bêdeng nemînin.”

Di çalakiyê de hevserokê Tevgera Azadî yê herêma Şarezur, Soran Hesen jî axivî û got: “Bila gelê Kurd baş bizene wê ev komplo negihi armanca xwe, ji ber ku em niha dibînin hemû gelê Kurd li hemberî vê biryarê derketine û li ser linganin. Divê dijmin baş bizane, dema xwe tewandinê ya gelê Kurd derbaz bûye û êdî gelê Kurd serê xwe li hemberî ti kesê natewîne.”

Çalakî bi dirûşmeya ‘Em şoreşgerên xwe nafiroşin’ bi dawî bû.