Dewleta Tirk çeteyên narkotîkê li nava taxên Kurdan bi cih dike

Li Edeneyê çeteyên narkotîkê li taxên Kurdan hatin bicihkirin. Yên ku li dijî narkotîkê têdikoşiyan hatin girtin. Kurdistaniyên ku salên 1990'î ji ber zexta dewletê koçî Edeneyê kirin gotin, çete bi desteka polîsan li taxên wan hatine bicihkirin.

Li taxên Edeneyê yên ku bi giranî Kurd lê ne, bikaranîn û firotina madeyên narkotîkê bi destê polîsan zêde dibe.

Şêniyên taxa Daglioglû ya navçeya Seyhanê diyar kirin ku çeteyên narkotîkê li taxê bi cih bûne û bi destgîrkirin û girtina HDP'iyan re hejmara çeteyan dema dawî zêde bûye.

Şêniyên taxê diyar kirin, narkotîk di nava 5 salên dawî de gelekî belav bûye û emrê bikaranîna narkotîkê jî daketiye heta 13 salî.

Şêniyên taxê dan zanîn, madeyên narkotîkê êdî bi rengekî vekirî tên firotin û kesên navê 'torbaci' li wan tê kirin, nava rojê madeyên narkotîkê difiroşin û şev jî bi wesayitên luks digerin û narkotîkê difiroşin.

'TAX DI NAVA XWE DE PARVE KIRINE'

Salîh Demîr ku 18 sal in li taxa Daglioglûyê ye, anî ziman ku gelek kes ji ber narkotîkê neçar man ji taxê bar bikin. Demîr got, "Tax ji bo ciwanan gelekî nebaş bûye. Her aliyekî taxê hatiye parvekirin."

Demîr wiha dewam kir: "Bûye ku êdî mirov nikare biçe sûkê, nikare li ber deriyê xwe rûnên. Narkotîk çend salên dawî kete nava taxa me û mixabin roj bi roj zêde dibe. HDP li vê derê li dijî narkotîkê bi xurtî têdikoşiya. Lê belê bi operasyonên dawî re gelek kesên li dijî vê yekê dixebitîn hatin destgîrkirin û girtin. Nebûna wan a li taxê ji bo çeteyan bû firsend û li taxa me bi cih bûn. Divê êdî dawî li vê rewşê were anîn."

'NE TIŞTEKÎ TESADÛFÎ YE KU LI TAXÊN KURDAN TÊ KIRIN'

Alî Dûran jî diyar kir ku jiyana wan li taxê ewle nîne û got, "Bi dîtina me, divê partiya me karê xwe yê li dijî vê yekê xurtir bike. Ewlekariya jiyana me li vir nîne. Min dev ji xwe berda, lê 3 zarokên min hene. Gelo ev rewş wê heta kengî dewam bike? Tiştekî tesadûfî nîne ku ev made li taxên Kurdan zêde bûye. Dixwazin ku Kurd jehrê bidin hev û hev bikujin."

Mehmet Şîmşek anî ziman ku berê kurê wî jî di nava lepên madeyên hişber de bû û got, "Ji bo kurê xwe ji vê yekê rizgar bikim ez bi salan têkoşiyam. Eger li dijî narkotîkê karekî rastî neyê kirin, wê roj bê em ê nikaribin zarokên xwe biparêzin. Dibe ku di vir de rola herî mezin dikeve ser milê dê û bavan."

'TÊN DESTGÎRKIRIN Û PIŞTÎ ÇEND ROJAN TÊN BERDAN'

Dayika 3 zarokan Seher Sapan anî ziman ku bi taybetî li derdora dibistanê madeyên narkotîkê gelekî tên firotin û got, "Bi salan e li vir im, lê ev belayê narkotîkê van salên dawî li vir der bû. Eger bi vî rengî dewam bike, ji bo paşeroja zarokên xwe dibe ku ji vir bar bikim."

Bûrak Çelen jî diyar kir ku hema bêjin hemû ciwanên taxê ketine nava çirava narkotîkê û got, "Carna hevalên hev didin hev. Hinek jî bi zorê dest pê dikin. Êdî bes e, wê heta kengî bi vî rengî bidome? Polîs dibêjin ku operasyonê dikin, lê belê kesên destgîr dikin di nava çend rojan de berdidin. Ji ber vê yekê pêşî li van çeteyan vebûye."

Cîhan Orhan (15) anî ziman ku wan gelek caran dîtine li derdora dibistanan madeyên narkotîkê hatine firotin û got, "Tevî ku polîs li ber dibistanan hene jî madeyên narkotîkê lê tên firotin. Yên ku li dibistanê bi kar tînin jî ji xwe bi demê re dest ji dibistanê berdidin."