Gerîla lê da: 2 leşker hatin kuştin, droneyek hate xistin

HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên 5'ê Mijdarê yên li Colemêrgê agahî da û diyar kir, herî kêm 2 leşkerên Tirk hatine kuştin. Li herêma Zapê jî droneyek hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Hêzên me roja 5'ê Mijdarê saet 11:30'î li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Xeregolê çalakiyek pêk anîn. Derbên girn li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn zelal nebû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.

DI ÇALAKIYÊN YJA STARÊ DE 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me yên YJA Starê heman rojê saet 15'an li dijî leşkerên dagirker ên li ser Girê Elîşêr ê navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiyên sekvaniyê kirin. Di çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

DRONEYEK HATE XISTIN

Roja 5'ê Mijdarê saet 13:30'î hêzên me li herêma Zapê li dronekê xistin û drone anîn xwarê."