QSD: Di êrîşa li Hecînê de 49 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku li ser êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê li Eniya Hecînê şer rûdaye û die şer de 49 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku çeteyên DAÎŞ’ê li Eniya Hecînê hewl dane êrîşî nuqteyên şervanên QSD’ê bikin, li ser vê yekê şervanan bersiv dane û şer qewimiye. QSD’ê ragihand şervanan derbên xurt li çeteyan dane û êrîşên wan hatine şikandin û di vî şerî de 49 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

ENIYA HECIN

Li eniya Hecîn terorîstên DAIŞ‘ê êrîşî bargehên şervanên me kirin, şervanan bersiva êrîşan dan û di navbera hêzên me û terorîstên DAê de şerekî dijwar qewimî. Şervana derbeyên giran li çeteyan dan û êrîş têk birin.

Li aliyekî din balafirên Koalîsyona Navdewletî hin bargehên terorîstan bombebaran kirin. Li vir jî hejmareke terorîst hatin kuştin, her wiha bargehên wan ên feramandariyê, dikên topavêj û obusan û tunelên wan hatin teqandin. Di êrîşê her de her wiha wesayîteke bombebarkirî ya çeteyan jî hate rûxandin.

Dîsa li aliyek din terorîstan hewl dan xwe bighêjin nuqteyeke şervanên me, li ser vê çekên giran û wesayîtên bommbebarkirî bi kar anîn. Şervanên me bersiva êrîşan dan û hejmarek ji wan kuştin û yên din jî reviyan.

Balafiran koalîsyonê êrîşî birin ser bargehên terorîstan, di encam de tunel û hin bargehên fermandariyê hatin teqandin û rêyên derbasbûna alîkariyan hate birîn.

BÎLANÇO

- 49 terorîst hatin kuştin.

- 8 bargehên terorîstan hatin teqandin, du rêyên veguhestinê hatin girtin, 3 tûnel,10 bargehên parastin, wesayîtek bombebarkirî û dikeke hawanê hatin teqandin.

- Balafirên koalîsyonê li 27 cihan dan