Ji serê salê ve li Behra Spî zêdetirî 2 hezar kes mirine

Komîseriya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji serê salê ve li Behra Spî nêzî 2 hezar koçberan jiyana xwe ji dest dane.

Berdevka Komîseriya Bilind a Koçberan a NY’yê Charlîe Yaxley, bi daxuyaniyekê ya li Cenevreyê lidar xistî got: “Ji serê salê heta niha nêzî 105 hezar koçber û kesên serlêdana rûniştinê kirine xwe gihandien Ewropa û hejmara kesên ku li Behra Spî mirine gihiştiye 2 hezar kesî.”

Berdevkê Rêxistina Koçberan a Navneteweyî Joel Mîllman jî anî ziman ku di nava 5 salan de salan e nêzî 100 kes xwe digihînin Ewropa.

Sala borî hê di meha Tîrmehê de 100 ev yek derbas kiribû. Îsal navnîşana koçberan Spanyayê bû. Li ser Behra Spî re nêzî 49 hezar kesan xwe gihandine Spanyayê, Yewnanistan jî 27 hezar û 700 kesî zêdetir, ji bo Îtalyayê jî 22 hezar 160’an zêdetir xwe gihandine van welatan.

Li gorî Rêxistina Koçberî ya Navneteweyî ji nîvê kesê ku mirine zêdetir, bi îfadeyeke din 1 260 koçberên ku hewl didan xwe bigihînin Îtalyayê di rê de li Behra Spî mirine.