Hêz û derfeta kirînê ya karkerên li Îranê %80 kêm bû

Li Îranê ku ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve di nava krîzê de ye, hêz û derfetên karkeran ên ji bo kirînê 80 ji sedî kêm bûye.

Davûd Mîrzayî ku pisporekî aboriyê yê nêzî rejîma Îranê ye, ji ajansa nûçeyan a Îsna re axivî û diyar kir hêz û derfetên kirî yên karkeran 50 heta 80 ji sedî kêm bû.

Mîrzayî diyar kir, ev rewş bûye sedem ku di nava gelek malbatên karkeran de pirsgirêk derkeve û got, "Şert û mercên bi vî rengî li pêşiya karkeran asteng in ku pêdiviyên xwe yên bingehîn tedarik bikin. Sendîkayan gelek caran bang li Wezîrê Kar kirin ji bo vê pirsgirêkê çareser bike, lê pirsgirêk nehte çareserkirin."

Serokê komîsyona aboriyê ya meclîsê Mûhammed Reza Pûr-Îbrahîmî jî bal kişand ser zêdebûna buhayê berhemên bingehîn ên pêwîstiya mirovan pê hene. Serokê komîsyonê beriya niha bi demeke kin got, "Buhayê berhemên bingehîn ên pêwîstiyê, li gorî sala bihurî 30 heta 50 ji sedî zêde bû. Diviyabû bi vî rengî nebûya."

Buhayê gelek tiştan li gorî par zêde bû. Mesela ji bo got, buhayê berhemên şîr û fêkî 20 ji sedî zêde bû. Ev yek tê wê wateyê; ev made li ser sifra karkeran nîne. Buhayê çaya ji derve tê kirîn, 20 ji sedî zêde bû.

Qîmetê pereyê Îranê li pêşberî dolar roj bi roj kêm dibe. Piştî ku DYA'yê qonaxa duyemîn a ambargoyê êvara Yekşemê xist meriyetê, tê payin ku krîz girantir bibe.