TJK-E: Em bi xurtî tevlî çalakiya li Strasboûrgê bibin

TJK-E. Roj roja rabûna li ber êrîşên li dijî Rêber Apo ye, roja geşkirina têkoşînê ye.

Ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê ji sibe û pê ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hin çalakî werin lidarxistin.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo çalakiyan banga tevlîbûneke xurt hate kirin.

Daxuyaniya TJK-E'yê wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên ji bo qirkirina gelê Kurd didomîne. Armanca sereke ya van polîtîkayên qirkirina gelê Kurd, Rêber Apo ye. Tecrîd û êşkenceya giran ku weke dewama komployê kete dewrê û sê sal in bê navber dewam dike, nîşaneya berbiçav a vê rastiyê ye.

3 sal in têkiliya Rêber Apo ya bi derve re bi temamî qut bûye û bi tecrîdeke giran pêşî li hevdîtina bi malbatê û parêzeran re hatiye girtin. Li ser tenduristî, ewlekarî û jiyana wî ti agahî nîne. Bêdengiya CPT a li pêşberî rewşê û xemsariya wê nîşan dide ku saziyeke serbixwe nîne. Biryara dawî ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî bi ti awayî li hiqûqê nayê û biryareke siyasî ye. Ev yek jî acîliyeta rewşê radixe pêş çavan. Ev yek eşkere ye; hêzên hegemonîk ji bo hebûna xwe bidomînin rejîmên faşîst xwedî kirine, saziyên xwe ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîne û di nava komployan de komplo amade kirine.

Gelê Kurd ku gelekî qedîm ê Rojhilata Navîn e, lê di nava sîstema dewletên cîhanê de hebûn û nasnameya wan nehatiye qebûlkirin, bi pêşengiya Rêberê Gelê Rêber Apo zêdeyî 40 sal in têdikoşe û têkoşîna xwe ya li dijî van êrîşên qirkirinê bi rengekî serketî didomîne. Di serî de têkoşîna azadiyê ya jinê, di pêşketina şoreşgerî ya Rojhilata Navîn de bû pêşeng û nîşanî hemû gelên cîhanê da ku jiyaneke demokratîk û azadîparêz pêkan e.

Rêber Apo bi salan e li dijî van êrîşan bi rengekî bêhempa li ber xwe dide û timî me bi ser dixîne. Em bi biryar in ku li ser xeta berxwedanê ya Rêber Apo têkoşîna xwe geş bikin. Roj roja rabûna li ber êrîşên li dijî Rêber Apo ye, roja geşkirina têkoşînê ye. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku heta tecrîd were rakirin û Rêber Apo azad bibe, her roj û her cihî veguherîne qada çalakiyan.

Li ser vê bingehê, em bang li gelê xwe bi taybetî jin û ciwanan û dostên xwe dikin ku 6'ê Mijdarê beşdarî çalakiya li Strasboûrgê ya li ber avahiyên DMME, CPT û Konseya Ewropayê bibin ku wê saet 10'an dest pê bike."