Zeytûn: Kiryarên kêfî bûne rêbazeke giran a êşkenceyê

Serokê ÎHD'ê yê Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir, gelek girtîgehên rejîma AKP'ê di asteke giran de mafên mirovan tên binpêkirin û got, di bin navê ewlekariyê de li girtîgehan şîdet hatiye girankirin.

Bi konsepta şer re ku 24'ê Tîrmeha 2015'an kete dewrê, binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehên Tirkiyeyê zêde bû. Êşkence û kiryarên xerab tên kirin, daxwaznameyên girtiyan ên ji bo veguhastinê nayên dîtin, name tên sansurkirin, pirtûk tên desteserkirin û gelek pêkanînên kêfî tên kirin.

Serokê Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan û di vê der barê de ji ANF'ê re axivî.

'RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ DI BIN FERMANA DESTHILATDARIYA SIYASÎ DE YE'

Zeytûn diyar kir, rêveberiya girtîgehê di bin fermana desthilatdariya siyasî de pêkanînên kêfî dike û got, "Ev kiryarên kêfî veguherîne rêbazeke giran a êşkenceyê."

Zeytûn anî ziman, haya wan ji gelek kiryarên binpêkirinê yên li girtîgehan nîne û got, "Sedema vê yekê jî ew e ku rêveberiya girtîgehê destûrê nadin ku girtî şîdeta li wan tê kirin ji derve re bêjin."

Zeytûn ragihand, rêveberiya girtîgehê mafên girtiyan ji nedîtî ve tê û rêbazên giran ên nehiqûqî li girtiyan ferz dike.

Di dewama axaftina xwe de Zeytûn diyar kir, di serî de mafê tenduristiyê destûr nayê dayin ku girtî ji gelek maf û xizmetê sûdê werbigirin û bi taybetî bal kişand ser binpêkirina giran a li girtîgehên Xarpêt, Patnos û Tarsûsê.

'BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN NÎŞANEYA POLÎTÎKAYÊN BÊ CEZA HIŞTINÊ YE'

Zeytûn da xuyakirin, zext û zordariya li girtîgehan tên kirin nîşaneya polîtîkayên bê ceza hiştinê ye û got, "Ji ber ku desthilatdariya siyasî dadgerî xistiye destê xwe, ev polîtîkaya bê ceza hiştinê tê meşandin."

Zeytûn bi bîr xist, li girtîgehan gelek girtiyên bi nexweşiyên giran hene ku divê tavilê werin berdan û anî ziman, ÎHD'ê tespît kiriye ku 60 ji girtiyên nexweş bi nexweşiya giran in.

Zeytûn ragihand, desthilatdariya siyasî hewl dide saziya tipa edlî jî bixe destê xwe û got, raporên li ser nexweşiyê yên girtiyên bi nexweşiya giran ji ber biryarên siyasî û kêfî nayên bi cih anîn û tên redkirin.

'LI GIRTÎGEHA XARPÊTÊ DI ASTEKE GIRAN DE MAFÊN MIROVAN TÊ BINPÊKIRIN'

Abdullah Zeytûn diyar kir, yek ji girtîgehên ku herî zêde mafên mirovan lê tên binpêkirin, girtîgehên bi hejmara 1 û 2'an ên Xarpêtê ne û li ser binpêkirina mafan a li wir ev agahî da:

"Tevî ku biryara komkirinê nîne jî, rêveberiya girtîgehê bi rengekî kêfî pirtûkên bi Kurdî nade girtiyan. Wekî din, pirtûkên ku ji aliyê girtiyên siyasî ve hatine nivîsandin, ji ber serdegirtina li qawîşan hatin hevdan. Girtiyên siyasî li ber vê radibin, lê belê îtiraza wan bê encam dimîne."