Li Swêdê piştgiriya ji bo Rojava

Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê re ku li navçeya Soderhamn a Swêdê ava bûye, yek ji mînakên herî baş ên piştgiriya navneteweyî ya ji bo Rojava ye.

Şaredariya Soderhamnê ya Swêdê, bi hewldanên Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê re Şaredariya Nisêbînê weke şaredariya dost ragihand. Şaredariya Sodernhamnê ji şandina heyeta çavdêr ji bo hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê heta şandina wesayitên arkujî û ambûlansê ji bo Şaredariya Nisêbînê gelek çalakiyên piştgiriyê tevî komîteyê li dar xist.

Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê re, van salên dawî giranî da ser karên ji bo piştgiriya bi Rojava re. bi vê armancê hin çalakî li dar xist.

Serokê Komîteyê Benny Gûstafsson diyar kir, piştî ku dewleta Tirk tevî çeteyên xwe Efrîn dagir kir, ew jî li hev civiyan, rewş nirxandin û biryar dan ku giraniyê bidin ser piştgiriya ji bo Efrîn û Rojava.

KAMPANYA DÊRAN A JI BO PIŞTGIRIYA BI EFRÎNÊ RE

Komîteyê heman piştî destpêkirina dagirkeriyê têkilî bi rayedarên dêrên li navçeyê danî û li ser komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê dike agahî da. Papazan jî di ayînên roja Yekşemê de bal kişand ser zext, zordarî, talan û komkujiyên ku dewleta Tirk û çeteyên OSO li Efrînê dikin.

Komîteyê di her hevdîtinê de xwest piştgirî ji Efrîniyan re bê dayin. Dêrên li navçeyê jî bi rêya qumbarayên taybet ên li dêran alîkarî ji Efrînê re dan hev. Pereyê ji bo alîkariyê hatine hevdan wê dawiya salê ji Efrîniyên li kampan re were şandin.

Komîteyê dawiya meha Îlonê nivîskarê pirtûka "Şoreşa li Rojava" Ercan Ayboga vexwend navçeyê û bi beşdariya 70 Swêdiyan konferansek li dar xist.

LI BÎLLBOARDÊN ELEKTRONÎK: DERKY JI BO EFRÎNÊ BOYAX DIKE

Wênevana Rojavayî Wejdan Derky ku li bajarê Sûndsvall ê Swêdê dimîne, bi hewldana komîteyê hat navçeyê û çalakiyeke hunerî li dar xist.

Derky diyar kir, ji ber zextên rejîma Baas ên li Kurdan ew ji Sûriyeyê reviya û neçar ma li Swêdê daxwaza penabriyê bike.

Derky piştre dest bi çêkirina wêneyekî xemgîn kir. Her ku boyax kir, ronahî û hêvî kete şûna xemgîniyê.

Tablo ji bo alîkariya bi Efrîniyan re bi 15 hezar kronî ji Midûriyeta Çandê ya Şaredariya Soderhamnê re hate firotin.

Li bîllboardên elektronîk ên bi 15 metreyan bilind û 5 metreyan fireh, 4 rojan nivîsa "Derky ji bo Efrînê boyax dike" cih girt.

DI ROJA KOBANÊ YA CÎHANÊ DE JI BO XWENDEKARAN ÇALAKÎ ORGANÎZE KIR

Komîteyê tevî Komeleya Jinan a Arî bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ji bo xwendekaran çalakiyek organîze kirin. 65 hezar kronên di dema çalakiyê de hatin qezençkirin, radestî yek ji fermandarên YPJ'ê ya hate serdana Swêdê Nesrîn Abdullah hate kirin.