DYA’yê ji bo 8 welatan îmtiyaza demkî ragihand

Rêveberiya DYA’yê tevî guşarên li ser Îranê biryar da ku 8 welat bi demkî petrolê ji Îranê bikire. Di nava van welatan de Çîn, Tirkiye û Hindistan jî hene.

Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Mîke Pompeo ragihand ku Çîn, Hindistan, Koreya Başûr, Îtalya, Tirkiye, Yewnanîstan û Japonya wê 6 mehan petrola Îranê bikirin.

SOZA ‘ZEXTA XEDAR’

Pompeo diyar kir ku heta rejîma Îranê 180 derece ji helwestên xwe yên ‘bêîstikrarkirian’ Rojhilata Navîn venegere wê zexteke ‘xedar’ li wan bikin û wiha domand; “Eger ji bo rakirina guşaran hewldan werin kirin, ji bo sekinandina xebatên wan em ê ji nû ve tedbîran bigrin.”

HÎŞYARIYA JI BO ŞÎRKETAN

Wezîrê Xezineyê yê DYA’yê Steven Mnuchîn jî wiha got; “Zexta ku niha DYA pêk tîne wê bi demê re zêdetir bibe, divê şîrketên tevahiya cîhanê bizanin em ê guşaran bi dijwarî pêk bînin.”

Rêveberiya Washîngtonê piştî ku peymana nukleerî ya 2015’an yek alî betal kir, guşarên li ser Îranê îro da destpêkirin.DYA piştî ku meha Gulanê ji peymana nukleerê yek alî vekişya pêla yekemîn a guşaran meha Tebaxê dabû destpêkirin. Îro guşarên ku hatibûn sekinandin ji nûve destpêkirin.

LÎSTEYA REŞ

Washîngton bi guşarên li dijî îxracata petrola Îranê di nava demê de dixwaze sifir bike. Li aliyê din 50 bankeyên Îranê, zêdetirî 200 kesan, sektora enerjî û veguhestina deryayî ya Îranê, şîrketa rêyên hewayî ya Îranê û zêdetirî 65 balefir di lîsteya reş de cih digrin.