Li Çewligê şerekî giran qewimî

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li bejahiya Dara Hênê ya Çewligê şehîd bûn eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li Êlih û herêma Cûdî jî şerekî giran qewimiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser operasyon û şerê vê dawiyê yê navbera hêzên gerîla û leşkerên artêşa Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Artêşa TC a dagirker roja 28'ê Cotmehê li derdora gundê Mistanê yê navçeya Dara Hênê ya Çewligê dest bi operasyonê kir. Balafirên şer ên hêzên dagirker roja 29'ê Cotmehê saet di navbera 05:00-06:00 de bomberdûmaneke giran li herêma operasyonê kirin. Piştî bomberdûmanê saet 09:20'î bi piştgiriya helîkopterên êrîşê, artêşa Tirk bi helîkopterên skorsky leşkerên xwe li herêmê danî. Di navbera yekîneyeke me ya gerîla û leşkerên Tirk de li herêmê şerekî giran qewimî. Hevrêyên me Ozan Azra û Rizgar Amed di vî şerî de heta fîşeka xwe ya dawî li dijî hêzên dijmin şer kirin û şehîd bûn. Hevalê me Rizgar Dêrahênê (Şiyar Erdem) bi birîndarî dîl kete destê dijmin. Operasyon heman rojê saet 16:00 qediya.

Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne:

Nasnav: Ozan Azra
Nav paşnav: Alî Yapan
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Azîze-Heybet
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Cotmeha 2018'an / Çewlig

Nasnav: Rizgar Amed
Nav paşnav: Nûrûllah Çelîk
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Guler-Vedat
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Cotmeha 2018'an / Çewlig

LI QÛBÎNÊ ŞER QEWIMÎ

1'ê Mijdarê li bejahiya navçeya Qûbînê ya Êlihê, di navbera yekîneyeke me ya bi erka xwe radibû û leşkerên artêşa TC a dagirker de şer derket. Hejmara leşkerên dijmin ên di vî şerî de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Hevalekî me yê bi lehengî şer kir, şehîd bû. Nasnameya hevalê me yê şehîd bû piştî zelal bû wê bi raya giştî re were parvekirin.

LI CÛDÎ OPERASYON

31'ê Cotmehê, artêşa TC a dagirker li herêma Cûdî dest bi operasyoneke berfireh kir. Di dema operasyonê de şerekî dijwar qewimî û bomberdûmaneke giran hate kirin. Agahiyên berfireh ên li ser operasyonê dema ku zelal bûn wê bi raya giştî re werin parvekirin.

BOMBERDÛMANA LI HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ

1'ê Mijdarê saet 14:30'î balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li gundê Girê yê herêma Gareyê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin."