Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
HPG'ê diyar kir, li Colemêrgê di du çalakiyên gerîla de herî kêm 13 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Di belgeya Stratejiya Yekîtiya Neteweyî de ku pêşkêşî Civata Giştî ya KNK'ê hate kirin tê gotin "Hewcehiyeke jiyanî ya doza Kurd û Kurdistanê bi yekîtiya neteweyî heye. Êdî di navbera hêzên neteweyî de avakirina zemîn û kanalên diyalogê karekî zerûrî ye."
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê nasnameya 'şahidê veşartî' ku bûyî hincet ji bo dewleta Tirk bi sedan kesî destgîr bike, aşkere kir.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî bal kişand ser girîngiya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û got, aştî bi têkoşîna gelan pêk tê.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê têkildarî êrîşa dewleta Tirk a li dijî gundên Kobanê daxuyaniyek da. YPG’ê ragihand ku binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînor didome.
Nîjadperestî û dijminatiya AKP'ê ya li mirovahiyê, ne tenê li dijî zindiyên Kurdan, her wiha li hemberî miriyên Kurdan jî tê kirin. Cenazeyên gerîlayan nadin malbatan, êşkenceyê li cenazeyan dikin û goristanan xera dikin.
Eşîrên Ereb ên li herêma Dêra Zorê ku piştgiriyeke xurt didin operasyona QSD'ê ya li dijî DAÎŞ'ê, diyar kirin ku ew weke gelên herêmê di heman keştiyê de ne û çawa ku bajarên xwe bi hev re azad dikin, wê bi hev re jî bi rê ve bibin.
Yekîneyên Ewlehiya Peravê yên Spanyayê ragihandin ku li Deryaya Spî 2 zarokên koçber mirine û 16 koçber winda ne.