'Em bi hev re li ber xwe didin, em ê bi hev re ava bikin'

Eşîrên Ereb ên li herêma Dêra Zorê ku piştgiriyeke xurt didin operasyona QSD'ê ya li dijî DAÎŞ'ê, diyar kirin ku ew weke gelên herêmê di heman keştiyê de ne û çawa ku bajarên xwe bi hev re azad dikin, wê bi hev re jî bi rê ve bibin.

Eşîrên Ereb ên li herêma Dêra Zorê destekeke mezin didin operasyonê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li dijî DAÎŞ'ê. Eşîrên ku demeke dirêj di bin zilma DAÎŞ'ê de man û gelek ferdên wan hatin kuştin an jî bi zorê hatin şerkirin, niha di nava operasyona QSD'ê de cih digirin, ji bo herêma xwe ji DAÎŞ'ê paqij bikin. Rûspiyên eşîrên herêmê ji ANF'ê re axivîn û gotin, ji bo xaka xwe ji çeteyan paqij bikin ew weke gelên herêmê di bin sîwana QSD'ê de li hev civiyane. Rûspiyên eşîran destnîşan kirin ku ev yekîtiya wan tiştekî taktîkî nîne, lê stratejîk e.

Yek ji van rûspiyan, pêşengên eşîra Şihêtatê Necîm Necrîs e. Kurekî Necrîs ji aliyê DAÎŞ'ê ve hate kuştin. Necrîs diyar kir ku beşeke mezin a xaka wan bi fedakariya QSD'ê ji çeteyan paqij bûye û got, piştî ku DAÎŞ bi temamî li herêmê hate qedandin, wê dest bi avakirina bajarê xwe bikin. Necrîs got, "Weke gelê herêmê; Ereb, Kurd, Suryanî, Çerkes me hemûyan dest dane hev. Ji bo em welatê xwe ava bikin, ji bo em bajarên xwe ji nû ve çêbikin me dest dane hev." Necrîs destnîşan kir ku bi saya ewlekariya QSD'ê ew li ser xaka xwe azad in.

'EM HEWL DIDIN XIZMETÊ JI GELÊ XWE RE BIKIN'

Necrîs anî ziman ku gelek hêzan hewl dane li ser wan desthilatdar bin, lê belê wan qebûl nekirine û wiha dewam kir: "Gelek hêzên cuda hatin bajarê me. Lê me ti ji wan ti carî qebûl nekir. Lê belê niha QSD heye. Em niha di nava rewşeke demokratîk de ne û hewl didin bajarê xwe ji nû ve ava bikin. Li aliyekî em karê çandiniyê din, li aliyê din jî xizmetê ji gelê xwe re dikin. Em hewl didin vê yekê bi hev re bikin. Înşaleh dema ku bajarê me bi temamî rizgar bû em ê tiştên hîn xweştir bikin."

'EM BI RENGEKÎ DEMOKRATÎK XWE BI RÊ VE DIBIN'

Necrîs bal kişand ser rojên ku rejîm û DAÎŞ li herêma wan bû û got, wê wextê bêhn li wan çikiya bû. Necrîs bi dewamî got, "Berê bêhn li me çikiya bû, lê em niha bi rengekî demokratîk xwe bi rê ve dibin. Niha maf, hiqûq û azadî heye. Me berê nikarîbûn dengê xwe derxînin, lê niha li rojhilat û bakurê Sûriyeyê em dikarin daxwazên xwe bigihînin her derê. Em hewl didin sîstema xwe ya navxweyî, şaredariya xwe, sîstema xwe ya hiqûqê hêdî hêdî ava bikin. Min li vê derê kurekî xwe şehîd da. Em amade ne ji bo her bihosteke xaka xwe şehîdan bidin. Em ê ji her metreyeke xaka xwe re canê xwe feda bikin."

'EGER EM DEST NEDIN HEV EM Ê TÊK BIÇIN'

Reîsê eşîra Dilêm a li dora bajarokê Ebû Kemalê Hisêl Eyd El Behrûz jî anî ziman ku hemû gelên herêmê di keştiyekê de ne û ji bilî hevgirtinê şensekî wan nîne. Hisêl Eyd El Behrûz got, "Çawa ku erd û ezman ne yek in, rewşa berê û ya niha jî ne yek in. Em dixwazin herêma Hecînê jî tavilê azad bibe û bajarê xwe bi hev re ava bikin. Ev der ne ciheke ku Tirkiye ya jî Îran ava bike. Weke gelên vê derê em ê bi xwe vê bikin. Em, gelên vê erdnîgariyê di heman keştiyê de ne. Eger em dest nedin hev û ev keştî binav bibe, hingî em ê hemû bimirin."

'DIVÊ HER KES BAJARÊ XWE BI RÊ VE BIBE'

Hisêl Eyd El Behrûz diyar kir ku ew naxwazin Sûriye parçe bibe, lê belê qebûl nakin ku hinek ji derveyî Sûriyeyê ya jî bi rêveberiyeke navendî ve werin birêvebirin. Hisêl Eyd El Behrûz destnîşan kir ku divê her bajar ji aliyê mirovên wî bajarî ve bê birêvebirin û got, "Kurd, Ereb, Suryanî û hemû gelên Sûriyeyê divê em dest bidin hev. Em ti carî naxwazin ku Sûriye parçe bibe. Lê di heman demê de divê her bajarekî Sûriyeyê ji aliyê mirovên li wî bajarî ve bê birêvebirin. Em qebûl nakin ku hinek ji derve birêve bibin. Em qebûl nakin ji aliyê rêveberiyeke navendî ve bên birêvebirin. Weke hêzên demokratîk ên Sûriyeyê, daxwaza me ev e."

'EM Ê BI HEV RE AVA BIKIN'

Lîderekî din ê eşîra Şihêtatê Ebdulbasît Elî jî bi bîr xist ku DAÎŞ'ê gelek endamên eşîra wan kuştine, ew ji cih û warê xwe kirine û got, "Eşîra min di nava Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê de cih digire. Ji ber çeteyan em berê neçar mabûn ku cih û warê xwe biterikînin. Niha QSD xaka me rizgar dike û em vedigerin. Em ê vî aliyê çem ji çeteyan paqij bikin. Dema ku çete li vir bûn gelekî zilm li me kirin. Piştre me di nava Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê de dest bi kar kir. Me di nava eşîrê de komun ava kir, ji nû ve li xaka xwe vegeriyan û niha jî ji bo ji nû ve avakirinê dixebitin. Ev kar gelekî mezin e. Înşaleh em ê herêmên ku me bi hev re rizgar kirin bi hev re jî ava bikin."