KNK'ê belgeya Stratejiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê weşand

Di belgeya Stratejiya Yekîtiya Neteweyî de ku pêşkêşî Civata Giştî ya KNK'ê hate kirin tê gotin "Hewcehiyeke jiyanî ya doza Kurd û Kurdistanê bi yekîtiya neteweyî heye. Êdî di navbera hêzên neteweyî de avakirina zemîn û kanalên diyalogê karekî zerûrî ye."

18. Civata Gişî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi nêrîn û pêşniyarên delegeyan, nûnerên partiyên siyasî û saziyan qediya.

Civata Giştî ya KNK'ê îro qediya. Ji çar parçeyên Kurdistanê, Rûsya, Lubnan û gelek welatên Ewropayê, nûnerên KNK, YNK, Tevgera Goran, tevgerên Îslamî, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Suryanî, rêxistinên jinan, Elewî, Êzidî, Zerdeştî, Yarsanî, Hewreman û Feyîlî beşdarî civata giştî bûn. Di civînê de li ser yekîtiya gelê Kurd, girîngiya kongreya neteweyî, şerê li Kurdistanê, dagirkeriya li Efrîn û Kerkûkê, êrîşên dewletên Tirk û Îranê yên li dijî gelê Kurd û li ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêrîn û pêşniyar hatin pêşkêşkirin.

STRATEJIYA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ

Belgeya ku di civînê de li ser Stratejiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê hate amadekirin, ji aliyê endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar ve hate xwendin. Belge ji bo yekîtiya gelê Kurd, pêkhatina kongreya neteweyî û aştiya navxweyî hate amadekirin. Di belgeyê de ev nêrîn û pêşniyar cih digirin:

"Têkoşîna di navbeyna hêzên Kurdistanê û dewletên kolonyalîst de gihiştiye qonaxeke nû. Ev pêşhatine, tifaqa navxweyî ji her demê zêdetir elzem dike. Heta îro ji bo vehûnandina yêkitiya neteweyî gelek kar hatine kirin, gav hatine avêtin, lê mixabin ku heta niha platformeke ku hemû hêzên neteweyî li hev bicivîne, ava nebûye. Piştî tecrûbeyên tahl yên demên borî, îro şuûra yekîtiya neteweyî di bîr û hizira xelkê Kurd de bilind bûye û xelkê me vê yêkê li ser milê pêşengên polîtîk ferz dike.

Di serdema heyî de doza Kurd û Kurdistanê hewcehiyeke jiyanî bi yekitiya neteweyî heye. Êdî di navbeyna hêzên neteweyî de avakirina zemîn û kanalên diyalogê karekî zerûrî ye. Divê zemînekî ku hemû hêzên neteweyî pêkve girêdide rojek zûtir bê avakirin. Digel vê yêkê, norm û rêzikên ku pêkve hêzên neteweyî li ser berjewendiyên neteweyî girêdide divê bêne tesbîtkirin û di jiyana pratîk ya polîtîka neteweyî de bêne serdestkirin. Bi vê armancê, em wekî KNK, vê 'Belgeya Stratejiya Yekîtiya Neteweyî' pêşniyar dikin ku di bîr û rehiya giştî ya neteweyî de bi berfirehî bê axaftin, gotûbêj û riberiz li ser bê kirin û encameke di xêra neteweya Kurd de bê bi destxistin.

STATUYA KURDISTANÊ Û REWŞA GELÊ KURD

Kurdistan koloniya navneteweyî ye li Rojhilata Navîn. Digel nîrê kolonyalîzma dewletên Tirkiye, Îran û Sûriyeyê ya li ser stuyê xelkê Kurd, çar parçetî jî dewam dike. Neteweya Kurd di bin destê van dewletên dagirker û kolonyalîst de ye û ji hemû mafên xwe yên neteweyî û demokratîk hatiye bêparkirin. Her wiha bi dereceyên ji hev cuda jî be, li seranserê Kurdistanê, polîtîka şer, îmha û inkarê bi israr tê domandin.

Di nava Iraqa Federal de, Kurdistana Federal. Lê belê, reftar û pozisyona hikumeta Iraqa Federal ya merkezî ya 'de facto', 'antî Kurdistan' ji bo doza bi giştî ya Kurdistanê û mafên neteweya Kurd, di nav xwe de potansiyela tehlîkeyê disitirîne. Lewma di vî warî de jî divê hişyariya neteweyî bilind bê girtin.

POZÎSYONA DÎNAMÎKÊN NAVXWEYÎ Û DERVE DI NAVA STRATEJIYA NETEWEYÎ DE

Bi seferberkirina pêkve hêzên neteweyî û têkoşîneke bi rê û metodên meşrû yên polîtîk, rizgarkirina Kurdistanê û azadkirina neteweya Kurd û xelkên Kurdistanê ji bindestê dijminên dagirker û kolonyalîst maneya 'stratejiya neteweyî' îfade dike. Di tesbîtkirina 'stratejiya neteweyî' de xala bingehîn û tayînker 'berjewendiyên demokratîk yên neteweyî' ne.

Bi navê xelkê Kurd û kêmaniyên din, hemû organîzasyonên sosyo-polîtîk 'civakî-siyasî', sosyo-kulturel 'civakî-çandî' û sosyo-ekonomîk 'civakî-aborî' yên neteweyî, kesayetiyên polîtîk û ronakbîr, 'wekî hêza mezin ya neteweyî', terkîba civakî ya 'stratejiya neteweyî' pêk tînin.

Hêzên navneteweyî jî polîtîkên xwe yên li ser Kurdistanê, 'dîrekt' an 'îndîrekt', li goreyî berjewendiyên xwe yên jeostratejîk di rê dibin. Li ber vê rastiyê, divê balansa reelpolîtîka cîhanê li ber çavan bê girtin û ji bo xizmeta berjewendiyên neteweyî û aştiya Rojhilata Navîn, hisaba 'tifaqên piralî' bê kirin.

POZÎSYONA DEWLETÊN DAGIRKER

Dewletên dagirker li gorî berjewendiyên xwe yên dewletî, dijî hevdu di nav rekabet û rikeberiyê de ne. Belêm li ser xalekê berjewendiyên wan hev digirin û bi hev re hereket dikin. Ew jî Kurdistan û bizava neteweyî ya xelkê Kurd e. Dewletên dagirker hem yek bi yek polîtîkên xwe yên dijî neteweyê Kurd pêk tînin û di rê dibin, hem jî bi hev re û bi koordîne polîtîkên xwe yên hevpar ên dijî Kurd û Kurdistanê di pratîkê de bi cih tînin.

POZÎSYONA NETEWEYA KURD Û GELÊN DIN ÊN KURDISTANÊ

Dijî vê konsepta nû gelek normal û heq e ku dînamîkên neteweyî jî divê di çarçoveya berjewendiyên neteweyî de bi hev ra û bi koordîne hereket bikin. Karekterîstîkên 'parçeyî' hêj bi timamî ranebûne, lê zeîf bûne. Digel hindê, dewletên dagîrker van tixûbên di nav xwe de, dijî bizava neteweyî ya xelkê Kurd dibezîne. Divê hêzên neteweyî yên Kurd jî beramberî vê polîtîka nû ya dewletên dagirker, xwe li 'tixûbên destkir' negirin, tixûban bibezînin û piştevaniya hev bikin û di şkandina vî cepheyê dagirkeran de, bi rengê eniya neteweyî têbikoşin. Karekterîstîka nû ya şoreşa Kurdistanê ev e û divê li goreyî vê konsepta nû bê hereketkirin.

Li milê din, neteweyê Kurd di nav proseseke şoreşê de ye. Karektera şoreşa Kurdistanê neteweyî û demokratîk e. Neteweya Kurd dijî van dewletên dagirker, li milekê şer û têkoşîneke neteweyî dide, li milê din jî di nav civata xwe de ji bo bi cih kirina sîstemê demokratîk dixebite. Di vê konsepta neteweyî de, bask û çeperên dînamîkên şoreşa neteweyî û demokratîk a Kurdistanê fireh in. Hemû çin û navçîn, grûb û kategoriyên civatê yên dijî sîstemê dagirker û kolonyalîst, di armanca şoreşa neteweyî de tifaqdar in.

Armanca ku hemûyan digihîne hev; rizgariya Kurdistanê û azadiya neteweya Kurd e. Di vê armancê de cihê kêmaniyên din ên Kurdistanê, (Asûrî, Ermenî, Cihû, Ereb, Tirkmen, Azerî û Tirk) jî heye. Ew jî tifaqdarên neteweyê Kurd in û azadî û rizgariya wan jî bi azadî û rizgariya neteweyê Kurd ve girêdayî ye. Lewma dijî vî sîstema hov a kolonyalîzmê, divê pêkve xelkên Kurdistanê bêne seferberkirin û organîzekirin. Berjewendiyên wan hemûyan di hilweşandina sîstemê kolonyalîst de yek e û divê di nav espriya cephegiriya neteweyî de hev bigirin û hêzên xwe bikin yek.

BIRYARA LI SER MAFÊ DIYARKIRINA ÇARENÛSA XWE

Di merheleyên şoreşê de, li gorî rewş û konjonktura navxweyî û ya derve, li gorî hêz û şiyan û îmkanên neteweyî dikare ihtimalên kêm zêde ji hev cuda derkevine pêşiya bizava neteweyî ya xelkê Kurd û Kurdistanê. Mafê neteweya Kurd e ku biryara 'tayînkirina çarenivîsa xwe' bi xwe bide. Eve dikare otonomî, federalîzm, konfederalîzm û serxwebûn be. Di têkoşîna bidestxistina van armancan de, mafê xelkê Kurd heye ku her reng parastina rewa bi kar bîne. Xelkê Kurd her wisa di têkoşîna azadî, wekhevî, dad û dadyariyê de terorê red dike û bi hemû peymanên navneteweyî yên mafên mirovî ve girêdayiye.

DI TÊKOŞÎNA NETEWEYÎ DE POZÎSYONA STRATEJÎK

Hêz û dînamîkên neteweyî divê di van xalan de beramberî hevdu bi biryardariyeke bilind berpirsiyar bin:

1. Berjewendiyên neteweyî yên demokratîk divê di serê her tiştî de bêne girtin.

2. Hebûnên neteweyî divê bêne parastin û lê xwedî derkevin û rêz li sembolên neteweyî bê girtin.

3. Di têkoşîna dijî dewletên dagirker û kolonyalîst de, li ser hesaba rêxistinên din ên neteweyî divê nekevin nav hesabên teng û rêxistinî.

4. Digel rêxistinên neteweyî her bi çi rengî be di nava diyalogê de bin.

5. Piştevaniya hêzên neteweyî di dereceya herî bilind de bê ragirtin.

6. Kerkûk û hemû tixûbên Kurdistanê beramberî dagîrkeran her bi çi metodî be bi hev re bêne parastin.

7. Şerê di navbeyna hêzên neteweyî de, wekî sûcê neteweyî bê qebûlkirin.

8. Her kîjan hêza neteweyî li ser têkçûna hêzeke din a neteweyî bikeve nav pratîkeke şaş, divê wekî alarmeke sor bê qebûlkirin û beramberî vê ji rêya neteweyî derketinê, hemû dînamîkên neteweyî di nav alarmê de bin û refleksa parastina berjewendiyên neteweyî bi rengekî aktîv û lêveker nîşan bidin û rê li ber şkestina navxweyî ya neteweyî bigirin.

9. Ji bo ku yekitiya neteweyî ya demokratîk mayînde bibe, divê organîzasyonên wekî meclis, platform, kongre û yên din bêne pêkînan."

Piştî ku belgeya Stratejiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê hate xwendin, delegeyan, nûnerên partiyên siyasî û saziyan nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.

18. Civata Giştî ya KNK'ê li dû nîqaşên berfireh qediya. Di dawiyê de dirûşmên "Bijî yekîtiya Kurdan", "Jin jiyan azadî" hatin qîrîn. Encamnameya civata giştî jî tê payin ku piştî çend rojan bê eşkerekirin.