Şahidê veşartî sîxûrê MÎT'ê A.K ye?

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê nasnameya 'şahidê veşartî' ku bûyî hincet ji bo dewleta Tirk bi sedan kesî destgîr bike, aşkere kir.

Li gorî nûçeya malpera Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê lekolin.org'ê kesê ku kirin 'şahidê veşartî' û pê bi sedan kes hatin destgîr kirin sîxûrekî MÎT'ê bûye. Li gorî nûçeyê ev kesê ku 2011'an ji hêla endamê MÎT'ê Mete Melek ve kirin sixûr Abdulhalik Katar bûye.

Di nûçeyê de pasapora kesê navborî, agahiyên nasnameya wî û her wiha wêneyê Mete Melek ku tê diyarkirin sîxûrê MÎT'ê ye hate parvekirin.

Li gorî lekolin.org'ê yekîneyên HPG'ê tora sîxûriyê ya MÎT'ê ya ku ji Amedê digihije Hewlêrê deşîfre kiriye.

Li gorî vê MÎT pêşî kesekî bi navê Serdar Tolmaç kiriye sîxûr, piştre jî 2011'an endamê MÎT'ê yê bi navê Mete Melek Abdulhalik Katar kiriye sîxûr û ew kirine nav partiya siyasî ya Kurd.

Di nûçeyê de her wiha îşaret pê tê kirin ku Katar dema sîxûriyê ji MÎT'ê re dike, ketiye nav kar û barê gendeliyê jî, bal kişande ser hin sîxurên ku HPG'ê dema operasyon li ser tora sîxûr û fihûşê ya bi navenda Amedê kiribû, hatibû girtin.

Hate diyarkirin ku di operasyonê de sîxûrê MÎT'ê yê bi navê Serdar Tolmaç hatiye girtin. Di nûçeyê de tê gotin kesê navborî, navê wî yê kod Kormançî ye û nimroya wî ya li MÎT'ê 2073/22 ye, ji seroktiyên MÎT'ê yên Çewlik û Mêrsînê re dixbebite.

Di nûçeyê de her wiha tê gotin piştî vê operasyonê yekîneyên HPG'ê de agahiyên derbarê Abdulhalik Katar jî hatine bidestxistin û Katar bi bûyerên sîxurî, gendelî, tacîz û tecawizê re têkildar e.

Di nûçeyê de tê diyarkirin ji ber sedema pêvajoya şer lêpirsîna ku HPG'ê dikir hinekî asteng bûye û tê gotin, ''Bi fikra ku hemû tiştên ku Katar kirine hatiye jibîrkirin, vê carê jî bi rengê sîxurekî peywirdar derbasî Başûrê Kurdistanê bûye û li Qadên Parastinê yên Medyayê hewl daye ku bi yekîneyên HPG'ê re têkiliyê deyne.''

Li gorî malperê di serî de Doza Sereke ya KCK'ê, di operasyonên siyasî de Katar ê ku bi îfadeyên derewîn bûye sedema destgîrkirin û girtinan, ji ber sedema ku deşîfre bûye MÎT'ê ew şandiye Başûrê Kurdistanê.

Malpera lekolin.org agahiyê par ve dike ku Katar ji bo ku bi endamê MÎT'ê re yê bi navê Huseyîn Kirmit re bixebite, ku Kirmit li Sefaretxaneya Hewlêrê ya Tirkiyê dixebite, hatiye şandin. Her wiha di nûçeyê de hatiye gotin yekîneyên HPG'ê hay ji vê torê hene û ji bo ku hemû têkiliyên ji hev derxînin ew şopandine.

Îşaret pê hate kirin ku rêxistina îstîxbarî ya PDK'ê (Parastin) Katar parastiye, ew hatiye qanihkirin ku agahiyên derbarê Qadên Parastinê yên Medyayê û têkilî herêmê hem bi Parastinê re û hem jî bi MÎT'ê re par ve bike.

Her wiha di nûçeyê de tê gotin 'sîxurê' ku li vir deşîfre bûye MÎT'ê ew dîsa şandiye Tirkiyê lê nehatiye tespîtkirin ku li kîjan bajarî yan jî bajaran dixebite.