Li Deryaya Spî du zarokên koçber mirin

Yekîneyên Ewlehiya Peravê yên Spanyayê ragihandin ku li Deryaya Spî 2 zarokên koçber mirine û 16 koçber winda ne.

Hate diyarkirin, keştiya ku koçber tê de bûn li peravên bajarê Nadorê yê li bakurê rojhilatê Fasê noq bûye. Yekîneyan ewlehiya peravê cenazeyê 2 zarokan dîtin û hate gotin 16 koçber jî winda ne.

Li gorî Rêxistinê Navneteweyî ya Koçberiyê, ji serê vê salê ve 42 hezar û 500 koçber û penaber gihaştin peravên Spanyayê. Di vê rêwîtiyê de 433 kes mirin. Li gorî sala 2017'an hejmara miriyan sê caran li ya berê zêdetir bûye.

Par 12 hezar û 366 koçber gihaştin peravên Spanyayê. 145 kes mirin.