Barbariya AKP'ê: Hovîtiya ku li cenaze û goristanan dike

Nîjadperestî û dijminatiya AKP'ê ya li mirovahiyê, ne tenê li dijî zindiyên Kurdan, her wiha li hemberî miriyên Kurdan jî tê kirin. Cenazeyên gerîlayan nadin malbatan, êşkenceyê li cenazeyan dikin û goristanan xera dikin.

Mehên dawî gelek goristan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin xerakirin. Gelek cenaze jî li morgan hatin hiştin. Hin cenaze piştî çend mehan radestî malbatan kirin.

Li gorî Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di şeş mehên destpêkê yên salê de herî kêm 5 goristan hatin xerakirin. Komeleyê ragihand ku di nava salê de gelek cenaze radestî malbatan nehatine kirin.

Ev hovîtiya AKP'ê li devereke din a dinyayê nehatiye dîtin. Di şerê herî giran de jî hêzên ku li dijî hev şer dikirin dest nedidan cenaze û goristanan. Lê AKP mîna hêzeke barbar dijminatiyê li Kurdan dike.

Li Kurdistanê di dema berxwedana xwerêveberiyê de, cenazeyên bi sedan kesên di 'qedexeya derketina derve' de jiyana xwe ji dest dan, li goristanên bêkesan hatin veşartin. Çend ji kiryarên AKP'ê yên li derveyî mirovahiyê wiha ne:

Li Goristana Yenîkoy a Amedê 23, li Rihayê, 27, li Xarpêtê 1, li Dîlokê 7, li Cizîrê 33, li Silopiyayê 17, li Şirnexê 42, li Erzîromê 54, li Trabzonê 6, li Wanê 6, li Sêrtê 10, li Bedlîsê 25 û li Meletiyê jî 50 cenaze hatin hiştin.

Ramazan Ateş li Bakurê Sûriyeyê di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bû û li navçeya Misricê ya Sêrtê hate veşartin. Lê belê dozgeriya Tirk ji bo testa DNA'yê biryar da ku cenaze ji gorê were derxistin. Cenaze ji gorê hate derxistin û piştî diyarbûna encama testê, careke din radestî malbatê hate kirin.

Li navçeya Baglar a Amedê, kes an jî kesên nenas êrîş birin ser gorên gerîlayên HPG'ê û şervanên YPG/YPJ'ê yên li Goristana Yenîkoyê. Ji ber êrîşê hin kevirên gorê hatin şikandin û bi boyaxa reş ser wêneyên li ser keviran hatin boyaxkirin. Wekî din nasnavê şehîdan bi boyaxa spî hate boyaxkirin.

Li navçeya Giyadîn a Agiriyê, êrîş li gorên gerîla yên li Goristana Asrî hate kirin. Kevirên gorê hatin şikandin.

Şahidekî got, leşker û polîsên Tirk ketine goristanê û gor xera kirine. Hate ragihandin ku qeymeqam Salih Yaşar jî di dema bûyerê de li goristanê bû.

Leşker û polîsan, kulîlkên ku malbatan danîbûn ser gorên zarokên xwe, ji ser gorê rakirin û avêtin.

Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê, gorên gerîlayên HPG'ê yên li Goristana Karşiyakayê hatin xerakirin.

ÊRÎŞA PÊNCEMÎN

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, tîmên taybet ên Tirk cara pêncan êrîş girin ser goristana li Taxa Ormanê û tevî wesayitên zirxî zerar dan goristanê.

POLÎSAN KEVIRÊN LI GORÊ GUHERTIN

Li navçeya Bismil a Amedê, hemû kevirên li gorên ku navên endamên HPG, YPG, YPS, YPS-Jin û YJA-Starê nivîsî bûn, ji aliyê polîsên Tirk ve hatin guhertin.

Dewleta Tirk heman tişt li Goristana Yenîkoy a Amedê jî kiribû.

LI XERZANÊ HOVÎTÎ KIRIN

Li Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a li Bedlîsê, 267 cenaze bêyî ku agahiyê bidin malbatan ji gorê derxistin û şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê.

Şaxê ÎHD'ê yê Bedlîsê diyar kir ku goristan bi maşînên kar hatiye xerakirin.

LEŞKERAN BI MAŞÎNÊN KAR GORISTAN XERA KIRIN

Şehîdgeha Îsmaîl Ronayî ya li gundê Kolan ê navçeya Gimgim a Mûşê ku ji aliyê balafiran ve hate bombekirin tevî mala cem a lê, ji aliyê leşkerên Tirk ve bi maşînên kar hate xerakirin.

ÊŞKENCE LI CENAZEYAN KIRIN

350 cenazeyên hatibûn parçekirin anîn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Piraniya wan li goristana bêkesan hatin veşartin. Li gorî agahiyan 8 ceanzeyên li morga goristanê hatin hiştin, riziyan.

Cenazeyên ku hatibûn parçekirin, tê gotin ku êşkence li wan hatiye kirin.

Di dema teşxîsê de êşkenceya psîkolojîk li malbatan kirin û şaredariyên AKP'yî jî wesayitên birina cenazeyan nedan malbatan.

314 CENAZE BÊYÎ AGAHÎ JI MALBATÊN WAN RE BÊ DAYIN HATIN VEŞARTIN

Li gorî agahiyên Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Hatin Windakirina a Mezopotamyayê (Meya-Der) ku bi biryarnameyê hate girin, li Meletiyê 60, li Xarpêtê 1, li Erzîromê 52, li Rihayê 32, li Dîlokê 7, li Amedê 23, li Nisêbînê 17, li Cizîrê 36, li Şirnexê 29, li Edeneyê 15, li Bedlîsê 16 û li Wanê 7 bi giştî 314 cenaze radestî malbatan nehatin kirin û li goristana bêkesan hatin veşartin.

Di mijara hejmara cenazeyan de yên li morgê ne, agahiyeke zelal bi dest neketiye.

MERASÎM TÊN ASTENGKIRIN

AKP nikare xwe li merasîmên ji bo cenazeyên gerîlayên şehîd rabigire. Kesên ku tevlî merasîmê dibin ji aliyê hêzên dewletê ve tên astengkirin. Destûr nayê dayin ku parlamenter jî tevlî merasîmê bibin. Di dema veşartina cenazeyan de dor li goristanan tê girtin. Hêzên dewletê êrîşê dibe ser gelek hêzan."

LI DIJÎ HIQÛQÊ YE

Êrîşa rejîma AKP'ê ya li dijî gor û goristanan, li dijî hiqûqa navneteweyî û navxweyî ye.

KURDAN BÊ BERSIV NEHIŞTIN

Kurdan hemû rêbazên têkoşînê bi kar anîn û bersiv dan êrîşên AKP'ê yên li nirxên gerdûnî û baweriyê nayê. Li gundên ku Goristana Xerzanê û Goristana Îsmaîl Ronahî ya li Gimgimê, gel di sindoqan de bersiv da AKP'ê. Di sindoqên van herêman de partiya ku bû yekemîn, HDP ye.