Temellî: Hevdîtina bi Birêz Ocalan re gelekî girîng e

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî bal kişand ser girîngiya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û got, aştî bi têkoşîna gelan pêk tê.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî ku tevlî "Konferansa Krîza Rojhilata Navîn û Çareseriya Neteweya Demokratîk" a li Amedê bûye, li Demîr Otelê civîneke çapemeniyê li dar xist.

'KRÎZ GIRAN DIBE'

Temellî got, "Bi çareseriya ku em ê ji bo meseleya Sûriyeyê destnîşan bikin, hem li Sûriyeyê, hem li Rojhilata Navîn û hem jî li welatê me di mijara aştî û demokrasiyê de gavên girîng dikarin bên avêtin. Ji ber vê yekê, nîqaşên ku di konferansa me de tên kirin gelekî girîng in."

Bi dewamî got, "Li aliyekî krîza li Rojhilata Navîn, li aliyê din jî krîza rejîmê ya li Tirkiyeyê. Ev yek bi kêrî gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn nayê. Pêvajoya heyî krîzê girantir dike û Tirkiyeyê ber bi rewşeke xitimandî ve dibe."

'EGER EM KARIBIN TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN...'

Hevserokê HDP'ê wiha bi mijarê daket: "Eger em karibin têkoşîna siyaseta demokratîk a li Tirkiyeyê geş bikin, eger em karibin rejîma zordar û otorîter a heyî bixin nava pêvajoyeke demokratîk, em ê hem pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bikin, hem jî ji bo Rojhilata Navîn çareseriyeke aştiyane û demokratîk biafirînin. Lê desthilatdariya heyî xwedî nêteke bi vî rengî nîne. Berevajî; ji bo karibe rejîma xwe ya otorîter bidomîne xwe ji şer û feraseteke çewt a aboriyê xwedî dike."

CIVÎNA BILIND A ÇAR ALÎ

Temellî işaret bi civîna bilind a doh a li Stenbolê kir û got, ev civîn jî nîşan dide ku desthilatdarî hîn jî bi feraseteke tewş nêzî mijara çareseriyên li Rojhilata Navîn dibe.

Temellî got, "Divê îradeya gelên Sûriyeyê ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê têdikoşe li dora maseyê hebe" û wiha dewam kir: "Pêwîste çareserî bi îradeya gelan pêk were. Belê, pêwîstiya Sûriyeyê bi destûreke bingehîn a demokratîk heye. Pêwîstiya gelên Sûriyeyê bi çareseriyeke hevpar heye. Rêya vê jî hevparebûna gelên Sûriyeyê ye."

Temellî got, nêzîkatiyeke nesamîmî ye ku di civîna bilind de ji aliyekî ve qala çareseriyên siyasî nayê kirin, lê li aliyê din rojhilatê Firatê hedef tê nîşandan. Temellî got, "Ji ber ku desthilatdarî dixwaze xwe ji dijminatiya li Kurdan, ji cihêkariyê xwedî bike."

'DESTHILATDARÎ XWE NADE BER AŞTIYÊ'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temellî wiha dewam kir: "Omer Çelîk doh bersiv da daxuyaniya Hevseroka me ya giştî Pervîn Bûldan. Çelîk bi navê hikumetê adxuyanî da û careke din nîşan da ku hikumet xwe nade ber aştiyê û şer li ser gelên Tirkiyeyê ferz dike."

Temellî diyar kir, hikumet hewl dide civakê tev bike sûcdarekî gengaz, bi vî rengî pêşî li gavên ji bo aştiyê bigire û emrê xwe yê li desthilatdariyê dirêj bike. Temellî got, "Me berê jî got, em careke din dibêjin; ji bo aştiya mayinde û jiyaneke demokratîk li Tirkiyeyê bi cih bibe, pêwîste civaka Tirkiyeyê li ber şerxwaziya vê desthilatdariyê rabe. Pêwîste li dora aştîxwazan bicive. Ev bibe wê aştî bê Tirkiyeyê. Ev yek wê bi têkoşîna me, bi têkoşîna gel û kedkarên Tirkiyeyê bibe.

'MUXATABÊ ÇARESERIYÊ BIRÊZ OCALAN E'

Pêvajoya çareseriyê hîn tê bîra me ku ji bo aştiyê yek ji gavên herî girîng ên dîroka komarê bû. Eşkere ye ku hevdîtina bi Birêz Ocalanr e ji bo aştiyê çiqasî krîtîk û girîng e. Banga me li gelên Tirkiyeyê, li mûxalefeta civakî ye; werin em têkoşîna ji bo aştiyê xurt bikin, bi hev re tevbigerin û li dijî feraseta zordar, komareke demokratîk, pirreng û laîk bi hev re ava bikin."