HPG: Li Colemêrgê 13 leşker hatin kuştin
HPG'ê diyar kir, li Colemêrgê di du çalakiyên gerîla de herî kêm 13 leşkerên Tirk hatine kuştin.
HPG'ê diyar kir, li Colemêrgê di du çalakiyên gerîla de herî kêm 13 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê li ser çalakiyên hêzên gerîla yên li Colemêrgê ev agahî da:
LI ÇELÊ Û GEVERÊ 13 LEŞKER HATIN KUŞTIN
"Hêzên me roja 27'ê Cotmehê saet 11:30'î li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Şehîd Colemêrg çalakiyek pêk anîn. Ji du baskan ve derbên giran li kozik, stargeh û makîneyên kar ên dijmin ên li ser gir hate xistin. Di encamê de dozerek, kozikek û 2 stargeh bi temamî hatin rûxandin. Di çalakiyê de 7 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.
Roja 26'ê Cotmehê saet 09:30'î, hêzên me li leşkerên dagirker ên li ser girê Elîşêr ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê xistin. Di çalakiyê de ku ji du baskan ve li kozik û stargehên dijmin ên li ser gir hate xistin, stargehek û 2 kozik bi temamî hatin rûxandin. 6 leşker hatin kuştin.
OPERASYONA LI PÎRANÊ BÊ ENCAM MA
24'ê Cotmehê, artêşa TC a dagirker li herêma gundên Pirejman û Heftenîn ên navçeya Pîran a Amedê dest bi operasyonê kirin. Yekîneyên dijmin avêtin ser gelek malên li herêma operasyonê, zext û tundî li gel kirin. Hêzên dagirker êvara 25'ê Cotmehê bê encam man û xwe ji herêmê vekişandin.
BOMBERDÛMANA BI BALAFIRÊN ŞER
Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker roja 27'ê Cotmehê saet navbera 10:00-11:00 bombe li girê Şêx Nasir ê herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Heman rojê saet navbera 17:30-19:30'î, balafirên şer bombe li qada Şehîd Rustem a herêma Zapê barandin. Ji ber bomberdûmanê tiştek bi gerîlayên me nehat."