YPG: Artêşa Tirk dixwaze bi provakasyonan aramiya herêmê têk bibe

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê têkildarî êrîşa dewleta Tirk a li dijî gundên Kobanê daxuyaniyek da. YPG’ê ragihand ku binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînor didome.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand. YPG’ê ragihand ku dewleta Tirk dixwaze bi provakasyonan aramiya herêmê têk bibe.

YPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî belav kir;

“Artêşa Tirk a dagirker ku ev demek e êrîş û binpêkirinên xwe yên li hember herêma bakûrê Sûriyê û Rojavayê Kurdistan zêde kiriye, hewl dide bi provokasyonan rewşa ewle û aram ya herêmê hilweşîne. Weke ku heta niha bi sedan mînakê wê pêk hatine, artêşa Tirk a dagirker di 28’ê Cotmehê (îro) de gundên Zormixar, Çarixlî, Siftek û Aşmê yên rojavayê Kobanê bi hawan û çekên giran bombebaran kir. Hêzên me demildest bersiv dan êrîşan. Di encama êrîşan de şervanekî Erka Xweparastinê birîndar bû û pişt re şehîd ket. Ev êrîş bê sedem pêk hatin û armanca wan bi rêya tahrîkkirinê li herêmê derxistina aloziyeke nû ye.

Di vê demê de ya ku em bi hemû hêza xwe hewl didin terora DAIŞ’ê ji herêmên xwe derxin û bi vê armanca di eniyên şer de têkoşîn dimeşînin, dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşên bê sedem alîkariyeke nepenî ji bo DAIŞ’ê dike. Em careke din destnîşan dikin ku ji herêmên me tu êrîş li dijî sînorên dewleta Tirk a dagirker nehatine kirin û armanca van êrîşan tenê provokasyon û zindîkirina DAIŞ’ê ye. Em diyar dikin ku, her ji kê tê bila were, tu êrîşek ne rewa yên li hember xaka Bakûrê Sûriyê wê bê bersiv nemîne û mafê me heye ku em bi her awayê pêwîst xwe li hember êrîşan biparêzin.”