KCK'ê li dijî şewitandina daristanan bang kir

KCK'ê li dijî şewata ku dewleta Tirk li Kurdistanê derxistiye bang li her kesî kir ku bikevin nava liv û tevgerê.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji ber şewata li daristanan ku dema dawî zêde bûye daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir, dewleta Tirk dixwaze qadên herî bedew ên Kurdistanê bê daristan bihêle.

KCK'ê bal kişand ser şewata daristanan ku ji Dersimê heta Amedê, ji Botanê heta Qendîlê dewam dike û destnîşan kir ku şewitandina daristanan sûcê li dijî mirovahiyê ye. KCK'ê da xuyakirin ku Yekîtiya Ewropa, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Neteweyên Yekbûyî ji ber bêdengiya xwe şirîkê vî sûcî ne û li dijî şewata li daristanan banga hewldanan kir.

ŞEWATA LI DARISTANAN DI ASTEKE KU QET NEBÛBÛ ZÊDE BÛ

Daxuyaniya KCK'ê wiha ye: "Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi êrîşên xwe yên ji bo tinekirina qadên jiyanê yên Kurdan, dijminatiya xwe ya li dijî gelê Kurd berfireh kiriye. Şewitandina daristanan van salên dawî ji xwe re kiriye polîtîkayek û sala 2018'an di asteke ku heta niha nehatiye dîtin, daristanan dişewitîne. Ji Dersimê heta Amedê, ji Botanê heta Qendîlê li qadeke ji hezara kîlometreçargoşeyî bi amûrên şer daristan hatine şewitandin û şewat hîn jî dewam dike. Hem mirovên hewl didin şewatê vemirînin tên astengkirin, hem jî bi balafir û helîkopterên şer bomberdûmana li daristanan dewam dike. Her bombe û fîşeka diteqe dibe sedem ku şewateke din rû bide; Cegera gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn dikin komir. Bi vî rengî dixwaze jîngehên gel tine bikin û Kurdistanê bê mirov bihêlin.

Dewleta Tirk tabelayên 'birîna darekê, kuştina mirovekî ye' li daristanên li Tirkiyeyê dadiliqîne, lê li Kurdistanê her roj bi hezaran, bi deh hezaran daran dişewitîne. Ne tenê dar, her wiha zindiyên li nava daristanan jî ji holê tên rakirin. Vê yekê jî ji bo tinekirina zemîna civakî û xweza gerîla pişta dispêrê, dike. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku li pêşberî têkoşîna azaadiyê ya gelê Kurd bi ser nakeve, bi feraseta 'ya ne ya min be bila tine bibe' hewl dide Kurdistanê bike cihekî jiyan lê nebe.

DIXWAZIN VÊ ERDNÎGARÊ BIKIN ÇOL

Yek ji deverên sereke ku vê havînê timî dişewite, Dersim e. Yên ku Dersimê weke 'serkêş' dibînin û bi kuştina mirovên wê qirkirin kirin, vê qirkirinê û dijminatiya li Dersimê bi şewitandina daristanan didomînin. Dersima ku serê xwe natewîne û teslîm nabe, dixwazin bi vê şewatê bikin cihekî ku jiyan lê herimiye. Dersimiyên ku salên 1990'î bi şewitandina gundan koçberî li ser wan hate ferzkirin, niha jî bi şewitandina daristanan hewl tê dayin ku ji cih û warê xwe derkevin. Dema ku li devereke Tirkiyeyê daristanek dişewite, dewlet hemû derfetên xwe ji bo vemirandinê bi kar tîne. Lê li Dersimê bi kêfxweşî li şewatê temaşe dike. Ev yek jî nîşan dide bê bi çi rengî nêzî Dersimê dibe.

Dersim yek ji deverên herî bedew ên erdnîgariya Kurdistanê ye. Botan weke cihê herî bedew ê erdnîgariya Kurdistanê tê naskirin. Amed yek ji bajarên me yên qedîm e ku weke dilê Kurdistanê tê dîtin û timî dibe hedefa mêtingeriya qirker. Bi şewitandina daristanan re dixwazin vê erdnîgariyê bikin çol. Qirkirina Kurdan bi sûcê qirkirina xwezayê re gihandine qonaxeke nû. Û li pêşberî çavên tevahiya cîhanê vî sûcê qirkirinê dikin. Mixabin hemû cîhan bi şermeke mezin tenê li vî sûcî temaşe dike. Bi vî awayî sûcên li dijî mirovahiyê bê ceza dimînin.

EWROPA, YE, NY HEVKARÊ VÎ SÛCÎ NE

Bi vê wesîleyê em bang li hemû cîhanê dikin, gelo şewitandina daristanan ne sûc e? Daristanên ku têne şewitandin her wiha ne kezeba hemû mirovahiyê ye? Naxwe Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropa (YE) û sazî û dezgehên ku dibêjin li ser sûcê mirovahiyê bihistyar in çima bêdeng in? Yekîtiya Ewropayê ku Tirkiye dixwaze bibe endamê wê, li bara vî sûcî çima wiha bêdeng e? Ev bêdengî bi teqezî Ewropayê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Neteweyên Yekbûyî bi teqezî dike hevkarê vî sûcê mirovahiyê.

Ev hemû şewat di serî de DYA û Ewropa bi wan helîkoptêr, balafirên şer û amûrên şer tê derxistin ku gelek welatên cîhanê didin Tirkiyê. Li gorî ku li ti devera cîhanê şewitandina daristanan ne serbest e, ev welat hevkarê vî sûcî ne. Dema ku li devereke dî ya cîhanê ev şewat çêbibin her kes wê rabe ser piyan, lê çima dema ku li Kurdistanê be her kes bêdeng e? Şewitandina daristanan ne tenê li gorî yasayên Tirkiyê, li gorî yasayên navnetewî jî sûc e. Ji bo vê jî, em bang li hemû sazî û dezgehên navnetewî dikin ku ji bo van şewatên daristanan ên li hemû Kurdistanê rabin ser piyan.

LI DIJÎ ŞEWATÊ DIVÊ MIROV RABE SER PIYAN

Dema ku li devereke dî ya Tirkiyê şewat çêbibe çapemeniya Tirk, saziyên demokratîk, rêxistinên hawîrdorê, hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar, raya giştî bihistyar e, dema ku dor tê Kurdistanê normal tê dîtin û bêdengiyek çêdibe. Ev daristan kezebên gelên Tirkiyê ne. Ji bo vê jî, em bang li hemû raya giştî ya Tirkiyê, rêxistinên hawîrdorê û mafê mirovan, hêzên siyasî yên demokratîk û gelên Tirkiyê dikin ku li dijî van şewatên daristanan, ku ji hêla dewletê ve têne derxistin, dengê xwe bilind bikin.

Gelê Kurd, ciwan û jin jî ji bo van şewatên daristanan, divê nesekine, bi kuling, bêr û hemû derfetên xwe ber bi cihê şewatê ve bimeşe û şewata li daristanan divê bi yek destî bitemirîne. Qirkirina daristanan a bi şewata daristanan qirkirina Kurdan e. Çawa ku em li dijî qirkirina ku bi zextê, zilmê, şer û qirkrina çandî derdikevin, em li dijî qirkirina sirûştê jî rabin ser piyan, em nehêlin ku qadên me yên jiyanê ji holê werin rakirin."