Pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re' -I
Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ya li Strasbourgê destpê kir, bi meş, nobed û panelan banga aştiyê bilind kir. Banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo pêngav gihand asteke nû.
Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ya li Strasbourgê destpê kir, bi meş, nobed û panelan banga aştiyê bilind kir. Banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo pêngav gihand asteke nû.
Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk destpê kir, li bajarê Strasbourg ê Fransayê li ber Konseya Ewropayê bi coş destpê kir.
Ev pêngava navneteweyî di salvgera 25'emîn a Komploya Navneteweyî destpê kir ku 9'ê Cotmeha 1998'an Rêber Apo ji Sûriyeyê hate derxistin û ji aliyê dîaspora Kurd, sendîka, rêxistinên mafên mirovan û bi piştgiriya entelektuelan ên li Ewropayê nêzî du sal in dewam dike.
Ev pêngava ku bi meş, mîtîng, panel, nobed û kampanyayên îmzeyan, bi hewldanên dîplomatîk li çar aliyên Ewropayê belav bû; mijara bidawîkirina tecrîda giran a li Îmraliyê ku 25 sal in dewam dike û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd xist rojeva navneteweyî.
Vaye agahiyên berfireh ên kampanyayê ji destpêkê heta vê rojê:
10'Ê COTMEHA 2023
Di serî de bajarê Strasbourgê yê Fransayê ku Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) lê ne, li 74 navendan ku temenê Rêber Apo temsîl dikir, daxuyanî ji çapemeniyê re hate dayin.
Li gel welatên Ewropayê li Bangladeş, Pakistan, Tokyo, Hindistan, Kenya, Efrîkaya Başûr, Latîn Emerîka û bi dehan navendên din bi hevdemî daxuyanî ji çapemeniyê re hatin dayin.
Li çar aliyên cîhanê; akademîsyen, rojnamevan, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîstên mafên mirovan, fîlozof, Xelatgirên Xelata Aştiyê ya Nobelê, rêxistinên jinan û nûnerên gelê xwecihî jî di nav de beşeke berfireh a civakê pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' di asta navneteweyî de dan destpêkirin.
16'Ê COTMEHA 2023
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCDK-E) bi civîneke çapemeniyê ragihand ku tevlî kampanyayê dibe. Hevserokan Zubeyde Zumrut û Engîn Sever banga seferberiyê li civaka Kurd a li Ewropayê kirin.
7-14'Ê KANÛNA 2023
Li tevhaiya Ewropayê di çaçroveya 'Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan a Navneteweyî' Elmanya, Fransa, Swîsre, Îngilistan, Belçîka, Hollanda, Awûstûrya, Swêd, Norwêc, Fînlandya jî di nav de li 160 navendan xwendina pirtûkên Rêber Apo destpê kirin. Li Frankfurt, Parîs û Cenevreyê konên çalakiyan û forûm hatin lidarxistin.
9'Ê KANÛNA 2023
Li Ewropayê (Belçîka, Elmanya, Fransa) ji heft welatên cuda Delegasyona Jinê ya Navneteweyî ya ji hiqûqnas, parlamenter, ekolojîst û nûnerên civaka sivîl, ji bo serdana parêzerên Rêber Apo bikin serdana Tirkiyeyê kirin. Li ser şert û mercên tecrîdê yên li Îmraliyê raporek amade kirin û pêşkêşî CPT, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê kirin.
2024
8'Ê ÇILEYA 2024
Bi pêşengiya KCDK-E'yê kampanya şandina sed hezaran kartpostal ji Rêber Apo re hate destpêkirin.
23-25'Ê ÇILEYA 2024
Bi banga KCDK-E'yê li ber avahiya Parlamenta Konseya Ewropayê çalakiyeke sê rojan hate destpêkirin. Di çaalakiyê de tecrîda li ser Rêber Apo hate şermezarkirin.
1'Ê SIBATA 2024
Li bajarên Berlîn, Frankfûrt, Dresdenê yên Elmanyayê civînên gel hatin lidarxistin û tecrîd û çareseriya pirsgirêka kurd hate nîqaşkirin.
7'Ê SIBATA 2024
Li Hambûrg (Elmanya), Sarcelles (Fransa), Stockholm (Swêd) çalakî hatin lidarxistin û ji bo meşa Kolnê ya 17'ê Sibatê banga tevlîbûnê hate kirin.
10'Ê SIBATA 2024
Li Mannheîm û Frankfûrtê (Elmanya) ji aliyê ciwanên Kurd ve kampanyayê 'Rêwîtiya Azadiyê' û şandina kartpostalan hate destpêkirin.
Di navbera Basel û Saint-Louisê (Sînorê Swîsre-Fransa) meşa enternasyonalîst hate lidarxistin.
11-15'Ê SIBATA 2024
Ji aliyê ciwanên enternasyonalîst ve 'Meşa Azadiyê' hate destpêkirin. Ji Fransa, Îngilistan, Elmanya, Belçîka, Spanya, îtalya, Katalonya, Welatê Baskê û Şîlî piraniya wan jin 200 enternasyonalîst beşdarî meşê bûn. Meş 15'ê Sibatê li Strasbourgê bi dawî bû.
17'Ê SIBATA 2024
Li bajarê Koln ê Elmanyayê meş û mîtîngeke mezin a bi beşdariya sed hezarna kesî hate lidarxistin. Posterên Rêber Apo hatin hildan û Hevserokê KCDK-E'yê Engîn Sever bal kişand ser girîngiya kampanyayê.
8'Ê ADARA 2024
Di çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê de bi pêşengiya TJA'yê bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' paradîgmaya azadiya jinê ya Rêber Apo hate destnîşankirin. Rêxisitnên jinan ên li Ewropayê jî piştgirî dan vê-an çalakiyan.
23'Ê ADARA 2024
Li bajarê Atîna yê Yewnanistanê, di maça Panathinaikos-Barcelona Euroleague pankarta bi nivîsa 'Azadî ji Ocalan re'hate hildan.
4'Ê NÎSANA 2024
Bi wesîleya rojbûna 75'an a Rêber Apo pîrozbahî û meş hatin lidarxistin. Tecrîda li Îmraliyê hate şermezarkirin.
13'Ê NÎSANA 2024
Li Mannheîm (Elmanya) û Kopenhagen (Danîmarka) ji bo azadiya Rêber Apo mîtîng hatin lidarxistin.
8'Ê GULANA 2024
Înîsiyatîfa Peace in Kurdistan ji bo CPT heyetekê bişîne Girtîgeha Îmraliyê nameyek nivîsî. Kesayetên weke Noam Chomsky, Jeremy Corbyn û ji Unite the Unionê Simon Dubbins jî piştgirî dan.
01-10'Ê COTMEHA 2024
Bi wesîleya salvegera yekemîn a kampanyayê banga çalakiyê hate kirin. Bersiva CPT a ji bo nameyan bandora kampanyayê nîşan da.
Kolektîfa Jinên Femînîst a li Spanyayê smeînerek li ser fikrên Rêber Apo û şoreşa jinên Kurd lidar xist.
Li Elmanyayê, li Berlînê semîmnerek ji portreyên Rêber Apo hate vekirin.
Li Îngilistanê li Londonê sazyên Kurdistanî banga ji bo hilweşandina tecrîda li Îmraliyê kirin.
Li Elmanyayê li Kîelê Defend Kurdistan û Meclîsa Jiyana Jîn û Civaka Demokratîk a Kurd a Kîelê stand danîn û pirtûkên Rêber Apo dan nasandin.
Li Swîsreyê li Cenevreyê li Pirtûkxaneya Fahrenheîtê, têkildarî modela jiyana demokratîk a Rêber Apo çalakiya xwendina pirtûkan hate lidarxistin.
Li Aaraû û St. Gallenê (Swîsre) bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn û Tîrêjên Rojê dokûmantera 'Dîroka ji agir' hate nîşandan.
1'Ê MIJDARA 2024
Li Fransayê, li Strasbourgê çalakiya bêîteatiya sivîl hate lidarxistin.
2025
2'Ê ÇILEYA 2025
Li Welatê Baskê li Katalonyayê senator û parlamenteran ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd name ji Desteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandin.
15'Ê ÇILEYA 2025
Li Fransayê li Strasbourgê bi wesîleya rûniştinên destpêkê yên sala 2025'an ên Parlamenta Ewropayê endamên Parlamenta Ewropayê serdana 'Nobeda Azadiyê' kirin ku ji bo azadiya Rêber Apo dewam dike.
29'Ê ÇILEYA 2025
Li Îngilistanê kampanya Peace in Kurdistan ji bo azadiya Ocalan name ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Xavier Bettel re nivîsî.
15'Ê SIBATA 2025
Li Strasbourgê di salvegera 26'emîn a Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an de bi beşdariya sed hezaran kesî meş û mîtîngek hate lidarxistin. Girseya gel li Parc de l'Etoile li hev kom bû û daxwaza azadiya Rêber Apo lir.
Li Lorîent (Lannester), ji bo azadiya Rêber Apo 'Meşa Dirêj' a y ji 26 rojan hate destpêkirin.
11-12'Ê NÎSANA 2025
Li Îtalyayê bi pêşengiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê û Komîteya Pêngavê ya Navneteweyî bi malovaniya Konfederasyona Karkerên Îtalyayê (CGIL) konferansek hate lidarxistin. Ji 16 welatan zêdeyî 300 delege beşdar bûn. Alîkara Şaredara Bolognayê Emily Clachy û ji Unite the Union Simon Dubbins li konferansê axivîn.
5-10'Ê HEZÎRANA 2025
Forûma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP) dest bi kampanya 'Ez dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim' kir. Koma Çep a Parlamenta Ewropayê, Partiya Çep a Ewropyê û Enternasyonal a Pêşverû piştgirî dan kampanyayê.