Nasnameya 4 gerîlayên li Şirnexê şehîd bûn hate eşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên 2 û 18'ê Tebaxê li Şirnexê şehîd bûn eşkere kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Di daxuyaniya 3'ê Tebaxê de me ragihandibûn ku 1'ê Tebaxê saet 02:10'an li herêma Navyanê Şaxa ya Şirnexê li dijî yekîneyeke Tirk a li nêzî Girê Misto ji çar baskan ve çalakiyeke berfireh hatiye kirin û 11 leşkerên dijmin hatine kuştin. Di dewama daxuyaniyê de me diyar kiribûn ku dijmin piştî çalakiyê bi desteka hewayî dest bi operasyonê kiriye û 2'ê Tebaxê li herêma Besta Biluzerê ji ber bomberdûmanê 2 hevalên me şehîd bûne. Ji ber vê bomberdûmanê bi giştî sê hevalên me yên leheng şehîd bûn.

18'ê Tebaxa 2018'an, artêşa TC a dagirker li mintiqeya Gilindor a qada Gundikê Remo ya li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê bi desteka hewayî dest bi operasyonê kir. Ji ber operasyonê şer qewimî û ji ber êrîşên hewayî hevalê me Aso Şaho şehîd bû.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Rojîn Jiyan
Nav paşnav: Nîgar Kamûranî
Cihê jidayikbûnê: Merîwan
Dayik-Bav: Pexşon-Noşil
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Tebaxa 2018'an / Şirnex

Nasnav: Serkeft Gabar
Nav paşnav: Goran Mûhammed
Cihê jidayikbûnê: Kerkûk
Dayik-Bav: Fatma-Mûhammed Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Tebaxa 2018'an / Şirnex

Nasnav: Şiyar Sofî
Nav paşnav: Nûrettîn Alî Mûhemmed
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Dayik-Bav: Vahbiye-Alî
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Tebaxa 2018'an / Şirnex

Nasnav: Aso Şaho
Nav paşnav: Hamît Huseyîniyan
Cihê jidayikbûnê: Kirmaşan
Dayik-Bav: Mahsûltan-Mîrhusen
Dem û cihê şehadetê: 18'ê Tebaxa 2018'an / Şirnex

JI SÊ PARÇEYÊN KURDISTANÊ TEVLÎ NAVA REFÊN GERÎLA BÛN

Her çar hevalên me yên ji Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû, li çiyayên Kurdistanê ji bo azadiya gelê Kurd şer kirin û şehîd bûn. Ev yek nîşan dide ku şoreşa Kurdistanê di afirandina ruhê neteweyî de têkilî û girêdaneke xurt daniye. Bi tevlîbûna me ya li çar parçeyên Kurdistanê re, her hevalên me bi hişmendiya neteweyî şer dikin û li dijî hêzên qirker-dagirker bi xurtî li ber xwe didin. Di serî de hevalên me Rojîn, Şiyar û Serkeft ên li Besta Biluzerê şehîd bûn û hevalê me Aso yê li Cûdî şehîd bû, bi vê hişmendiyê têkoşiyan bi sekneke fedayî heta kêliya dawî şer kirin.

Her hevalên me yên şehîd bûne şopeke watedar li nava têkoşîna me hiştine. Ji ber şehadeta wan, em ji malbatên hêja yên hevalên xwe û gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku heta avakirina Kurdistan Azad ku xewn û xeyala şehîdan bû, bi rengekî bê eman em ê têbikoşin."