Di şerê 20 salan ê li Afrîqayê de 5 milyon zarok mirine

Li parzemîna Afrîqayê ji ber şerê çekdarî û ji ber nexweşiyên ku ji ber sedema şer derketin û ji ber birsîbûnê di nava 20 salan de 5 milyon zarokên ku dibin temenê 5 salî de mirine.

Li gorî lêkolînekî ku di kovara tenduristî ya The Lancetê de, daneyên têkildarî 15 hezar û 441 şerê bi çek dane hev. Bi bikaranîna van daneyan re di şerekî bi çek ya derdora 100 kîlometreyî de rîska mirina zarokekî 8 salî hatiye hesapkirin. Piştre li Afrîqayê mirînên zarokan ên girêdayî gelek şeran hatine texmîn kirin.

Nivîskarên lêkolînê diyar kirin ku hejmara 5 milyon bi ser texmînên berê dihatin kirin re ne.

Di şerê di navbera salên 1995 û 2015’an de ji zarokên mirî nêzî 3 milyon zarok 12 mehî yan jî ji pitikên biçûk pêk tê.

Di lêkolînê de wiha hate gotin; “Li Afrîqayê di nava 30 salên dawî de li gorî parzemînên din herî zêde şerê giran lê hatiye jiyîn. Ev analîz bandoriyên şerê bi çek, mirina şervan û hilweşîna fizîkî dide nîşandan:. Şerê çekdarî li gorî demekî dirêj rîska mirina zarokan zêdetir dike.”