Li Wanê 38 kes derxistin dadgehê

Li Wanê di dema protestokirina qeyyûm de 38 kesên ku hatibûn destgîrkirin, ew derxistin dadgehê.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin li Wanê herî kêm 80 kes hatibûn destgîrkirin û ji nav van kesan 38 kes roja Duşemê derxistin dadgehê.

Di 19’ê Tebaxê de dema ku şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê hatibûn desteserkirin, van kesan çalakiyên protestoyê li dar xistibûn û hatibûn destgîrkirin.

Di roja Yekşemê de jî 6 kes hatibûn destgîrkirin lê ji ber berxwedana parlementerên HDP’ê serbest hatibûn berdan. Derket holê ku ev şeş kes derketina derveyî welat li wan hatiye qedexekirin û divê mehê carekê îmzeyê bidin.