Li ser sînor mînaka jiyana hevpar a dayikan

Li ser sînor mînaka jiyana hevpar a dayikan

Şervanên YPG/YPJ'ê li Kantona Kobanê berxwedaneke bêhempa nîşan didin, li vî aliyê sînor jî dayik jiyana komun pêk tînin. Dayikên Şirnexê yên li gundê Mehserê ji berxwedêran re xwarinê çê dikin û xeyala ji zarokên xwe yên Kobanê re jî xwarinê bikin dikin.

Şervanên YPG/YPJ'ê li Kantona Kobanê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke dîrokî nîşan didin û li vî aliyê sînor jî dayîk jiyana komun pêk tînin. Li sînorê gundê Mehserê dayik bi hev re jiyanê dihûnînin û wiha dibêjin: "Em li vir bi dorvegerî ji gelê xwe re xwarinê çêdikin. Pêwîst be em ê biçin Kobanê û ji zarokên xwe yê li wir jî xwarinê çêbikin."

Jina bi navê Asya Ohlakî (50) axaftina xwe bi silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanên YPG û YPJ'ê destpê kir û diyar kir ku ew ne dest ji nobeda xwe ya li sînor berdidin û ne jî dest ji Kobanê berdidin û got: “Em ji bo zarokên xwe li vir in. Heya 4 parçeyên Kurdistanê dibin yek em bernadin. Em ji bo vê yekê jî li vir bi hev re jiyanê parve dikin. Ji gel xwe re her roj yek ji me xwarinê çêdike. Heta em li gund bin ji bo jiyana komunal çi ji destê me bê em ê bikin."

Jina bi navê Esmer Demîr ji bexwedana Kobanê silav kir û wiha got: "Ji bo gelê xwe her roj yek ji me xwarinê çê dike. Tenê ji bo yên li sînor li ber xwe didin na em amade ne ji bo şervanên li Kobanê ber xwe didin jî xwarinê çê bikin. Pêwîst be em ê biçin Kobanê û li wir jiyana komun ji bo zarokên xwe bidomînin." 

Demîr diyar kir ku her roj bajarek nobeda jiyana komun dewr digire û wiha axivî: "Em dayik ji bo zarokên xwe bi tenê nehêlin li vir in. Em ne şehîdên xwe û ne jî zarokên xwe yên niha li Kobanê li ber xwe didin bernadin. Em di bin zilma leşkerên tirk û çeteyên DAIŞ'ê de ne. Li hemberî vê zilmê heta ji destê me bê em ê li ber xwe bidin. Em ji bo vê yekê li vir in û em ê vê jiyanê bidomînin. Her roj du dayîk xwarinê çê dikin û pêwîstî pê hebe em hemû bi hev re xwarinê çêbikin. Em amade ne ji bo zarokên xwe yên li Kobanê jî xwarinê çê bikin."

Dayika bi navê Hamdiye Daniş jî diyar kir ku ew naxwazin ti dayik êdî bigirîn û ji bo aştiyê li sînor in û got: "Li vir her tiştê tê jiyîn ji bo aştî û Kobanê ye. Em dixwazin êdî ti dayîk negirîn."