Li ser sînor berxwedana bê sînor

Li ser sînor berxwedana bê sînor

Nobeda berxwedanê ya li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê li gel hewa sar jî dewam dike. Ciwanên ku tevahiya şevê nobed digirin, bi berbanga sibehê re li erdê vala xwe dirêj dikin û radizên.

Nobeda berxwedanê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatiye destpêkiri, di roja 49. de bi biryardarî dewam dike. Berxwedêr li gel şert û mercên zehmet jî nobeda xwe li ser sînor dewam dikin. Ciwanên ku li gundê Mehserê tevahiya şevê, li hemberî derbasbûna çeteyan ji sînor nobedê dgirin, bi berbanga sibehê re kurt be jî hewl didin bêhnê vedin. Sê ciwanên ku nobeda xwe radestî welatiyan kirin, li erdê vala yê li meydana gund xwe dirêj kirin, bedena xwe ji hev re kirin behlîf û hewl dan razên. Vî dîmenî rê li ber şîroveya 'berxwedana bê sînor' vekir.