Li Saratovê piştgiriya Kobanê

Li Saratovê piştgiriya Kobanê

Bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê, Kurdistaniyên li Saratovê civiyan. Di civînê de endamê rêveberiya Otonomiya Çanda Kurd a Sîpan Welîd Celalyan axivî û got, "gelek kes li bendê bû ku Kobanê bibe destpêka binketina Kurdan, lê berxwedana Kobanê bû sembola yekîtiya gelê Kurd."

Kurdistaniyên li bajarê Federasyona Rûsyayê Saratovê dijîn, bi mûnasebeta “Roja Kobanê ya Cîhanê” di civînekê de hatin cem hev. Ji ber qelabalixiya gel civîn li gel hewaya sar li derve bi bin kon de hat lidarxistin. Di civînê de ji endamê rêveberiya Otonomiya Çanda Kurd a Sîpan Welîd Celalyan axaftinek kir. 

Celalyan di axaftina xwe de da zanîn ku Kobanê ji bo gelê kurd wateya man û nemanê ye û got: “Dema êrîşên komên çete yên li ser Kobanê giran bûn gelek hêza digot êdî tevgera Kurdan û gelê Kurd wê li Kobanê li bin bikevin. Lê ev nêzî 45 roj in li gel hemû bêderfetiyan cangoriyên gelê me li ber xwe didin û serkeftin kirin ya xwe. Gelek kesan planên xwe li ser binketina Kobanê çêkiribû û digotin wê ‘Kobanê bibe destpêka binketina gelê Kurd li Rojhilata Navîn’ lê hat dîtin ku Berxwedana Kobanê bû destpêka yekîtiya gelê Kurd. Ji ber vê yekê Kobanê ne tenê Kobanê ye ji bo gelê Kurd jî tê wateya man û nemanê.”

Piştî axaftina Celalyan Kurdistaniyên beşdarî civînê bûn li ser mijarê nerînên xwe bi beşdarvanên civînê re par vekirin. Bi nîqaşên germ civîn heya dereng berdewam kir.