Li Rûsyayê bîlançoya 10 mehan: 14 mirî

Li Rûsyayê bîlançoya 10 mehan: 14 mirî

Li Rûsyayê, ji destpêka sala 2014'an û vir ve 77 êrîşên nîjadperestiyê rû dan. Di van êrîşan de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî lêkolîna navenda agahî û analîzê SOVA, ji destpêka sala 2014'an û vir ve li Rûsyayê 77 êrîşên nîjadperest ên hatine tespîtkirin rû dane û di van êrîşan de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber encama şîdeta dijminatiya biyaniyan û nîjadperestiyê yên li 21 herêmên cuda yên welêt, gelek kes di bin xeteriyeke potansiyel de ne.